2 milyon kes bê kehrebe hatin hiştin

  • 15:44 15 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bombebarên Artêşa Tirk de li kantonên Cizîr û Firatê derdora 2 milyon kes bê kerhebe mane.
 
Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên 3 rojên dawî yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de tevahiya stasyonên kehrebe, petrol û gazê kirine hedef. 
 
Li gorî nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, stasyona Siwêdiya ku pêdiviya gaz û kehrebe ya Kantona Cizîrê pêşwazî dike, bi temamî ji xizmetê derketiye. 7 stasyonên din ên kehrebeyê yên li bajar û navçeyên kantonên Cizîr û Firatê ji rawestiyane.
 
Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ziyad Rustem têkildari mijarê agahî dan ANHA’yê û da zanîn ku li Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Eyn Îsa, Kobanê û Til Temirê stasyonên kehrebeyê rawestiyan.
 
Ziyad destnîşan kir, ji ber êrişan li bajarê Dêrikê, sedî 70`ê bajarê Qamişloyê, navçeyên Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, Amûde, Dirbêsiyê û Til Temirê ên Kantona Cizîrê, Eyn Îsa û gelek deverên din ên Kantona Firatê kehrebe qut bûye.
 
Li gorî Ziyad rustem êrişan  derdora 2 milyon kesên li bajar, navçe û zêdetirî 800 gundan bê kehrebe hiştine.
 
Dewleta Tirk di Cotmeh û Kanûn 2023`yan de jî stasyonên kehrebe, petrol û gazê bi awayekî hovane bombebaran kiribûn. Di encama êrişan de welatî ji xizmetên bingehîn mehrûm hatibûn hiştin.