'Ji bo azadiyê xwe di bin banê Kongra Star de bi rêxistin bikin'

  • 14:10 15 Çile 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinan têkildarî 19'emîn salvegera damezrandina Kongra Star diyar kirin ku jinên azadiya xwe dixwazin bila di bin banê Kongra Star de xwe bi rêxistin bikin û wiha gotin:"Em bang li tevahî jinên daxwaza azadiyê dikin ku di nava rêxistina me de cihê xwe bigirin da ku em azadiya xwe misoger bikin. Ji bo azadiyê xwe di bin banê Kongra Star de bi rêxistin bikin."
 
Yekitiya Star di 15’ê Çileya 2005’an de hat damezrandin, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Yekitiya Star gavên mezin avêt û dikaribû bi mezinbûna xwe tevahî jinan hembez bike ku ji Yekitiya Star derbasî Kongra Star bû. Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn-Şehbayê, Ferîde Îbo û Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed bi munasebeta salvegera 19'emîn a Kongra Star nirxandin kirin. 
 
'Jinên azadiyê dixwazin bila di nava me de cih bigirin'
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn-Şehbayê, Ferîde Îbo salvegera 19'emîn damezrandina Kongra Star pîroz kir û wiha pê de çû:"Em salvegera 19'emîn a damezrandina Kongra Star li Rêberê Gelê Kurd ê xwediyê ramana azad, li pakrewanên nemir, şervanên azadiya Kurdistanê û li hemû jinên azadîxwaz pîroz dikin. Bi saya ked û têkoşîna wan îro rêxistina me ya jinan xwe gihand lûtkeyê. Em bang li tevahî jinên daxwaza azadiyê dikin ku di nava rêxistina me de cihê xwe bigirin da ku em azadiya xwe misoger bikin."
 
'Bi riya Kongra Star jin cihê xwe di tevahî qadan de digirin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Ferîdeyê bal kişand ser ked û xebatên Kongra Star a di hundir herêmên Şehbayê de û wiha got:"Ji bo birêxistin û perwerdekirina jinan Kongra Star li cihekî girîng disekine. Îro di hundir Şehbayê de ji bo rêxistin û pêşxistina jinê her em li qadan in û xebata me bi riya perwerdekirina jinan dewam dike da ku jin azadiya rast, azadiya mejî ya rast nas bike. Her wiha bi riya xweperwerdekirin û rêxistina xwe, cihê xwe di tevahî qadan de bigire û kar û xebata xwe bide meşandin."
 
'Jinan bi riya têkoşîna xwe tevgera azadiyê ava kirin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Ferîdeyê da diyarkirin ku di sala 2015'an de li bajarê Efrînê Yekîtiya Star hat damezrandin û ev yek jî bi saya ked û tekoşîna jinan hat birêvebirin û wiha dom kir:"Yekîtiya Star li bajarê Efrînê bi keda jinan hat avakirin. Weke pakrewana jin, pakrewan Bêrîvan ya ku yekemîn jina di Rojava de bi rakirina çekê xwe da îsbatkirin û bû pakrewana jin a yekem. Li ser şopa wê bi hezaran jin cihê xwe di qadên leşkeriyê de girtin û li hemberî dijmin xwe dan îsbatkirin ku jin hene û wê hebin. Jinan bi riya têkoşîna xwe tevgera azadiyê ava kirin û ev avakirin hêdî hêdî belavî nava tevahî jinên cîhanê bûn. Em jî hêza xwe ya mezin ji lehengên xwe yên destpêkê digirin. Li ser xeta têkoşîna wan kar û xebata xwe em didin dewamkirin."
 
'Jinan qadên xwe berfireh kirin'
 
Di axaftina xwe de Ferîdeyê da diyarkirin ku bi demê re Yekîtiya Star bi pêş ket, xebata xwe berfireh kir û gelek qad di nava xwe de ava kir û wiha got:"Bi demê re Yekîtiya Star navê xwe guhert û bû Kongra Star. Rêxistina xwe zêdetir berfireh kir û gelek komîte hembêz kir. Komîteya aborî, tendirustî, dîplomasî, ragihandin û yek ji komîteya herî girîng ku Kongra Star ji xwe re esas digire komîteya perwerdeyê ye. Her wiha Rêxistin Sara û Edaleta Jin hat avakirin. Ew her du jî di bin sîwana Kongra Star kar de, xebata xwe didin meşandin. Tevî hemî astengiyan jî em kar û xebatên xwe bi awayekî bi rêk û pêk didin meşandin. Ev jî ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye."
 
'Wê kar û xebatên me raneweste'
 
Di dawiya axaftina xwe de Ferîdeyê da diyarkirin ku ger ne ji ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ba îro ew nedigihaştin vê astê û wiha lê zêde kir:"Lewma xebata me ji bo azadiya Rêbertî berdewam e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şoreşa Rojava wekî şoreşa jinan da pênaskirin. Îro jî bi sed hezaran jin di vê şoreşê de herikîn qadan û têkoşînek bê navber kirin da ku xwe azad bikin. Kongra Star jî bingeha vê tevgerê ye lewma heya ku em azadiya tevahî jinan û di serî de azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger nekin wê kar û xebatên me rojekê jî raneweste."
 
'Ji salên 1990'î de min karê rêxistinkirina jinan da destpêkirin' 
 
Di heman demê de Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed jî ji ajansa me re destpêkirina kar û xebata xwe ya di Kongra Star de wiha anî ziman:"Ji salên 1990'î de min karê rêxistinkirina jinan da destpêkirin. Heya avabûna Yekîtiya Star û bi riya vê avabûnê me kar û xebata xwe berfirehtir kir. Ji bo me ev kar karekî pîroz e ku em bidin domandin."
 
'Tevî astengiyan jî me xwe bi rêxistin kir'
 
Derbarê rêxistinkirina jinan a di kantona Efrîn-Şehbayê de, bi taybet piştî koçberiya ji Efrînê, Gulê axaftina xwe wiha domand:"Piştî ku em ji bajarê xwe Efrînê koçberî van herêman bûn me gelek zor û astengî kişand. Bi taybet jin di bin gelek pirsgirêk û aloziyan re derbas bûn. Ev yek jî ji ber dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê û êrîşên dewleta tirk ên dewam dike ye. Ji ber êrişan jinan nikarîbû pêdiviyên xwe bi dest bixista lê dîsa em weke Kongra Star bi riya dayina perwerdeyan, pêkanîna pêdiviyan û derbasbûna nava malbatan û naskirina pirsgirêka jinan me karîbû jinan carek din bi rêxistin bikira. Êdî jinan xwe bêtir nas kirine û bi rêya rêxistinbûyina di bin banê Kongra Star de xwe pêş dixin."
 
'Li hember êriş û siyaseta faşîzmê jin bûne mertal'
 
Gulê di axaftina xwe de da eşkerekirin ku tevgerên jinan di hundir herêmên Şehbayê de xwe dane hemberî dijmin, li berxwe didin û wiha pê de çû:"Dijmin her tim dixwaze rêxistina me binpê bike. Îro li van herêman tevî aloziyên ku em tê re rojane derbas dibin dîsa jî jin rêxistinkirina xwe xurt dikin. Em tevî êrişan jî bi awayekî bi rêk û pêk têkoşîna xwe dewam bike. Lê belê ji ber ku ev rêxistinbûyin ji bo dewleta tirk metirsiyek e loma jî çawa me ji Efrînê bi darê zorê koçber kir hewl dide me ji van herêman jî carek din koçber bike. Lê belê jinan li dijî van êrişana xwe baş bi rêxistin kirine. Li hember êriş û siyaseta faşîzmê jin bûne mertal. "
 
'Wê têkoşîna me her demê dewam bike'
 
Di dawiya axaftina xwe de Gulê da zanîn ku wê berxwedana jinan di van herêman de her berdewam û bilintir bibe û wiha got:" Her wiha xebata Kongra Star her diçe, pêş ve diçe heta têkbirina dagirkeriyê û azadiya rêberê gelan. Heta vegere bi rûmet a Efrînê wê têkoşîna me her demê dewam bike."