Ciwanên Şengalê: Em ê Rêberê xwe azad bikin

  • 09:52 13 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 3’yemîn Konferansa Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê, bi sedan ciwan soz dan ku ew ê pêngava azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind bikin û ev peyam dan: “Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin, Rêberê xwe azad bikin û li Çiyayê Şengalê welatekî azad ava bikin.”
 
Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê duh li komelgeha Dîgurê ya Şengalê 3’yemîn konferansa xwe bi şîara ‘Ji bo azadiya Rêber Apo Cenga Azadî serbixin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ lidar xist. Di konferansê de bi sedan ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen li hev kom bûn, di çarçoveya fikrê netewa demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ji mijara parastina cewherî heya têkoşîna li dijî xiyanetê nîqaşên girîng meşandin, biryarên girîng dan.
 
Ji Şengalê heya Deşta Nînovayê, rojeva bingehîn a ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Piştî ku konferans bidawî bû, bi sedan ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxuyaniyeke taybet dan û ji raya giştî re ragihandin ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û pergala Îmraliyê parçe bikin. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê Zêdan Şengalî ve hate xwendin.
 
‘Em ê biryar û helwesta konferansê pêk bînin’
 
Di daxuyaniyê de pêngava ku li seranserê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin hate bibîrxistin û wiha hate gotin: “Me 3’yemîn Konferansa Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê bi dirûşmeya ‘Ji bo azadiya Rêber Apo Cenga Azadî biserxin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ lidarxist. Konferansa ciwanên Êzîdxanê bi fikir û paradigmaya Rêber Apo hate lidarxistin. Em ê biryar û helwesta konferansê pêk bînin, bikin bingeha xurtkirina têkoşînê da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin."
 
Em ê ji dijminên mirovahiyê hesabê bixwazin
 
Wekî ciwanên Êzîdxanê em ê tu carî esareta Rêberê xwe qebûl nekin. Em ê ji dijminên mirovahiyê hesabê bixwazin. Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo rih da civaka Êzidî, dost û dijminê xwe bi saya Rêber Apo nas kir. Ji ber vê yekê Rêber Apo rêberê me ye. Heya ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidest nexin û Şengaleke xweser ava nekin em tu carî nasekinin.
 
Me ji fermanê dersên dîrokî derxistin
 
Me di 74 fermanan de dît ku yên xwe wekî dostên Êzidiyan nîşan didan, di rojên herî bi zehmet de ev civak bi fermanê re rûbirû hiştin. Me ji vê rastiyê dersen dîrokî derxistine. Em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin û perwerde bikin. Me hêza xwe ya parastinê ava kir. Ev hemû bi saya Rêberê gelên azadîxwaz Rêber Apo pêk hat.
 
Em ê bi biryariyeke xurt teqez bi ser kevin.
 
Dewleta Tirk a qirker û dijminê kokê êdî nikare meşa me ya azadiyê bisekinîne. Em ê bi biryariyeke xurt û bi rihê ciwantiya Apoyî teqez bi ser kevin. Ev soza me ya şehîdan, soza me ya Rêber Apo, soza me ya Êzîdxana pîroz e. Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin, parçe bikin. Em ê Rêberê xwe azad bikin û li Çiyayê Şengalê welatekî azad bi xewn û xeyalê Mam Zekî, Şehîd Zerdeşt, Pîr Çeko, Vejîn û hemû şehîdan pêk bînin.”