Li Qoserê lehî rabû
- 19:08 5 Çile 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdîn û navçeyên baran barî û li navçeya Qosrerê li gelek cihî lehî rabû.
Li navenda Mêrdîn û navçeyên wê ji ber şiliya zêde jiyan bi bandor bû, rê û kolan veguherîn golê. li Qoserê li gelek taxan lehî rabû. Ji ber lehiyê li navçeyê kolan bi giştî ji trafîqê re hatin girtin.
Ligel şiliyê li bajar mij û dumanê di trafîqê de pirsgirêk tên jiyîn.