‘4 kesên li Tekke îşkence li zarokan kir hatin girtin’
- 19:19 10 Cotmeh 2023
- Rojane
RIHA - 4 kesên li ‘tekke’ ya girêdayê Tarîkata Rufaî îşkence li zarokan kirin ji sûcê ‘îşkence û ezyet’ hatin girtin.
Li ser çapemeniya dîjîtal dîmenên der barê ku zirar dida bedena zarokên navbera 4 û 8 salî û zikir pê didan kirin hatin parvekirin.
Hat diy arkirin ku dîmen li tekkeyek girêdayê tarîkata Rufaî ya li taxa Sirrin a Halîliye ya Rihayê hatiye kişandin. Di dîmenan A.E.A, Î.A, B.A û A.A yên îşkence li zarokan dikirin htain binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin îdiakirin ku zarok yên wan in.
Piştî îfadeyên eminiyetê sewqî dadgehê hatin kirin û ji sûcê ‘ezyet û îşkencê’ hatin girtin