Li Rûsyayê êrişên li dijî balafirgeha Erbetê û KNK'ê hat şermezarkirin

  • 11:16 19 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Kurdan ên li Rûsyayê, êrişên hêzên dewleta tirk ên li ser Nûnertiya KNK'ê ya Başûrê Kurdistanê û balafirgeha Erbetê şermezar kirin.
 
Yekîtiya Rêxistinên Civakî yên Kurd a Navneteweyî, Rêxistina Êzidxanê ya Rûsyayê û Rêxistina Civakî ya Jinên Kurd a Navneteweyî daxuyaniyeke hevpar dan û qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun şermezar kirin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di heman demê de êriş li ser balafirgeha Erbetê ya Silêmaniyeyê hate kirin û ev yek tesadûfî nîne.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêwendiya rêveberiya PDK'ê bi van bûyeran re heye.
 
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re hate xwestin.