Jîna Emînî li Amedê hat bibîranîn

  • 19:51 16 Îlon 2023
  • Rojane
AMED- Tora Têkoşîna li dijî Tûndiyê ya Amedê û DAKAP’ê di yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de li Qada Deriyê çiyê çalaki pêk anîn. Jinan di çalakiyê de diyarkirin ku li hemû cîhanê jin xwedî li têkoşînê derketine û li dijî pergala serdest piştevanî mezin kirin.e
 
Tora Têkoşîna li dijî Tûndiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP’ê  li Qada Deriyê Çiyê  bi wesîleya salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî daxuyaniyek da. Parlamentera Partiy aÇep a Kesk a Amedê  Halîde Turkgolu, aktîvîstên TJa’yê û  hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy tevli bû.
 
Rêvebera MEDTUHAD FED’ê Safiye Akdag daxuyanî xwend û Jîna Emînî bibîr anî û da zanîn ku got wê jinên Kurd jiyanek wekhev, azad û demokratîk pêşkêşî jinên Rojhilata navîn û gelan bike. 
 
Safiyeyê her wiha di daxuyaniyê de da zanîn ku divê hemû jin bi hv re ala azadiyê bilkind bikin û li her derê cîhanê bi hev re têbikoşin.
 
Halîde Turkoglu jî balkişand ser berxwedana jinan û got hemû jinên cîhanê xwedî li vê têkoşînê derdikevin û li dijî serdestiya mêr têkoşînê bilind bikin. Halîdeyê bi lêv kir ku wê têkoşîna xwe hîn bêtir mezin bikin.
 
Çalaki bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.