Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan

  • 18:10 16 Îlon 2023
  • Rojane
STENBOL- 41 Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê yên di çalakiya vê hefteyê de hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ên xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar bixin polîsan mudaxileyî wan kir. Di çalakiyê de 41 kes hatin binçavkirin. Kesên binçavkirî piştî îfadeya li midûriyeta polîsan ji bo kontrolkirina tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. 41 kes piştî kontrolkirina li nexweşxaneyê hatin berdan.
 
Navê kesên hatin berdan wiha ne: "Eren Keskin, Hanife Yildiz, Newroz Ali Tosun, Ikbal Eren, Besna Tosun, Mikail Kirbayir, Maside Ocak, Hasan Karakoç, Ali Ocak, Leman Yurtsever, Umit Efe, Irfan Bilgin, Huseyin Kuçukbalaban, Huseyin Aygul, Nazim Dikbaş, Omer Kavran, Deniz Aytaç, Mete Demircigil, Davut Arslan, Hunkar Yurtsever, Dogan Ozkan, Turker Demirci, Necefkulu Arpaçay, Dilber Altun, Benan Koyuncu, Meltem Gunbegi, Saffet Ercan, Fikret Aydin, Huseyin Gazi Yaman, Murat Ekmez, Begali Kurnaz, Seyit Doğan, Îsmail Yucel, Fatma Akaltun, Feray Kaya, Coşkun Canavar, Turker Demirci, Dogu Kan Uçan, Mukaddes Şamiloglu ve Taylan Bek.