Hêzên Îranê ji bo Jîna neyê bibîranîn gef li bavê wê xwarin

  • 14:18 16 Îlon 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên dewleta Îranê gef li bavê Jîna Emînî xwar ku keça xwe bi bîr neyne û piştre serbest berda. Hat diyarkirin bavê jîna bi şertê hepsa malê hat berdan. 
 
Li gorî Reutersê, komeke hiqûqnasan diyar kir ku hêzên dewleta Îranê di dema destgîrkirinê de bavê Jîna Emînî Emced Emînî “hişyar kir” ku di salvegera qetilkirina wê de, keça xwe bi bîr neyne.
 
Hiqûqnasan got piştî girtin û “hişyariya” salvegera qetilkirina keça xwe bi bîr neyne, hêzên dewleta Îranê bavê Jîna Emînî serbest berdaye. Hat diyarkirin bavê jîna bi şertê hepsa malê hat berdan. 
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê jî diyar kir ku hêzên dewleta Îranê Emced Emînî binçav kir, lê piştî gefên ku salvegera qetilkirina keça xwe bi bîr neyne, vegerand mala wî.
 
Hat ragihandin ku li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê dengê dirûşma “Jin jiyan azadî” olan dide. Hat zanîn ku xizmên Jîna Emînî, Azad Emînî li bajarê Segizê hatiye binçavkirin.