Kurdên Êzidî û Erebên li Şengalê li dijî tecrîdê meş li dar xistin

  • 14:16 16 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê pêkhateyên Kurdên Êzidî û Ereb ên Şengalê, bi beşdariya sedan kesî, bi dirûşma, ‘Azadiya Rêber Apo, azadiya Şengalê ye’ meşeke girseyî li dar xistin û ev peyam dan; “Em bi saya fikrên Rêber Apo bi awayekî aştiyane li Şengalê bihevre dijîn. Bi saya fikrên wî dubare vegeriyan Şengalê. Gelên li Şengalê dijîn, daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin.”
 
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îro bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe yên ji civaka Êzidî, Ereb pêk tên meşeke girseyî li dar xist. Ji derveyî pêkhateya Êzidî û Ereb, serokeşîr, kesayet, nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê jî beşdarê meşê bûn.
 
Girseya gel ya di saet 09.00’an de li ser rêya gundê Xelef a girêdayî Xanesorê kom bû, pankarta bi zimanê Kurdî û Erebî ya ‘Azadiya Serok Apo, azadiya Şengalê ye’ rakirin, heya gundê Barê meşiyan. Di meşê de bi sedan poster û wêneyên Abdullah Ocalan hatin rakirin.
 
Di meşê de bênavber dirûşmeyên, ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bi can bixwîn, em bi terene ey Serok’ hatin berzkirin. Meşa girseyî piştî ku gihîşt gundê Barê, li wir têkildarî armanca meşê de daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn.
 
Banga têkoşîna li dijî tecrîdê
 
Piştî daxuyaniyê, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî Şemê Remo jî axivî û ev peyam da: “Ji ber şagirtên Rêber Apo pêşî li şerê DAIŞ’ê girtin û civaka Êzidî ji qirkirinê xilas kirin, tecrîda li ser girantir kirin. Em ê weke jinên Êzidî ji bo azadiya Rêbertiya xwe timî di nava têkoşînê de bin. Em weke xelkê Şengalê û bi taybet jî jin komploya li ser Rêbertiyê şermezar dikin û ya li Îmraliyê diqewime bi ti awayî qebûl nakin. Ji bo azadiya Rêbertiyê û şikandina tecrîdê bang li hemû jinan dikin rabin ser piyan.”
 
‘Jinên Êzidî xwe bi fikrên Rêber Apo rêxistin kiriye’
 
Şemê Remo di dewama axaftina xwede îşaret bi destkeftiyên jinên Êzidî jî kir û got: “Me weke jinên Êzidî xwe li ser fikrên Rêber Apo rêxistin kiriye. Bi saya fikrên Rêbert Apo di nava civaka me de pêşketinên mezin çêdibin. Di dîrokê de gelek ferman hatine ser gelê me, lê hemû ferman hatine ji bîr kirin. Lê bi saya Rêbertî ev ferman li herdera cîhanê hatiye bihîstin.”
 
Banga li CPT’yê
 
Endama rêveberiya TAJÊ Şemo Remo diyar kir heya agahî ji Abdullah Ocalan neyê girtin, ew ê di nava têkoşînê de bin û bang li CPT’yê kir ku erk û berpirsyariyên xwe bicîh bîne.
 
Piştî peyamên pêkhate û rêxistinên Şengalê, meş bi dirûşmên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi dawî bû.