Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir

  • 11:54 16 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, li bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir. Li Îranê hêzên ewlekariyê hatine belavkirin.
 
Li ser qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî û destpêkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re salek derbas dibe. Bi munasebeta salvegera serhildanê îro li seranserê cîhanê çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin.
 
Divê çarçoveyê de danê siharê li bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir. Esnafan dikanên xwe venekirin û bazar girtî ma.
 
Li gorî agahiyan li bajarên Seqiz, Sine, Dîwander, Merîwan, Bokan, Bane, Kamyaran, Kirmaşan, Urmiye, Mahabad greva giştî dest pê kiriye.
 
Li gorî agahiyan, bi munasebeta salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên Îranê jî hêzên ewlekariyê hatine belavkirin.