Li Hesekê ji bo Jîna Emînî çalakî hat lidarxistin

  • 09:17 16 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta salvegera yekemîn a Şoreşa Jin, Jiyan , Azadî Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê wêneyên Jîna Emînî li ser dîwarê parka 4’ê Nîsanê xêz kir.
 
Di ser serhildana Rojhilatê Kurdistanê de salek derbas bû. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ya Jîna Emînî erd hejand û bû felsefeyek ji tevahî jinan re. Li gor nûçeya NÛJINHA'yê îro bi wesîleya salvegera serhildanê Yekitiya Jinên Ciwan a Bajarê Hesekê wêneyê Jîna Emînî û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî li ser dîwarê parka 4’ê Nîsanê xêz kirin. Ji rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Bajarê Hesekê – Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Mîdiya Ebid El- Rehman ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Mîdiya Ebid El- Rehman da zanîn ku serhildana Rojhilatê Kurdistanê pîroz e û ji bo azadiya tevahî jinan gavek serkeftî ye û wiha axaftina xwe domand: “Em serhildana ku li dijî hişmendiya tunekirina jinan çêbû, pîroz dibînin û piştgiriyê didin. Bi boneya salvgera vê serhildanê me dest bi çalakiyek kir, me wêneyên Jîna Emînî û dirûşma Jin, Jiyan, Azadî xêz kirin. Em dixwazin bibêjin ku ev dirûşm wekî felsefeyek ji bo her jinê ye..”
 
‘Jin, Jiyan Azadî’
 
Mîdiya Ebid El- Rehman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me çalakiya xwe bi xêzkirina dirûşm û wêneyê Jînayê kir. Ji ber ku xwediyê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Rêber Ocalan e. Di dema îro de em jin gihîştine asteke baş û serkeftî ew bi ked û fikrên Rêber Ocalan e. Lewma me xwest em bibêjin serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê çêbûye yek ji berhemên fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Felsefeya Ocalan gihîştiye asteke bilind ku îro li tevahî cihanê belav bûye. Em jî weke jinên ciwan bi vê wesîleyê dibêjin Jin, Jiyan Azadî.”
 
Çalakiya sê rojan bi daxuyaniya ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê bi dawî bû.