Di 11 salan de 18 hezar serlêdan ji bo Komeleya Jinan a Mor Salkim hat kirin

  • 09:05 16 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
Habibe Eren
 
BURSA - Yek ji damezrîner û seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Mor Salkim Dîlek Uzumculer, der barê xebat û daneyên tundiyê, tiştên jin dijîn de axivî.
 
Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mor Salkim ku li Bursayê yek ji navendên ku jin dikarin piştgiriya hiqûqî, psikolojîk jê bigirin, li dijî her cureyê tundiya li ser jinê têkoşînê dide û di qada navneteweyî û neteweyî de xebatan dimeşîne û hewl dide newekheviya zayendî ji holê rabike.
 
Seroka komeleyê Dîlek Uzumculer diyar kir ku komele di 2012’an de hatiye avakirin û got: “Beriya vê me di mijara mafê mirovan de perwerde girt. 13 hefteyan berdewam kir. Piştre em bi jinan re derketin rê. Me ji saziyên wek Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE) hîbe girt. Ji roja em ava bûne em xizmetê didin. Em piştgiriya psikolojik û hiqûqî didin jin û zarokan. Hewcedariya lezgîn hebe  zarok hebin; em bez, mama, pedên jinan didin.”
 
‘Xeta tundiyê ya 24 saetan dixebite heye’ 
 
Dîlekê da zanîn ku du ofîsên wan hene û ofîsek wan a Anaolîum jî heye û got: “Bursa bajarekî ku gelek koçber lê bicih dibine. Li herêma Osmangazî penaber pir zêde ne. Hevalên me yên psîkolog ên li wê herêmê hene. Em li wir bi pergala randevuyê dixebitin. Serlêdan pir zêde ne. Xeta me ya tundiyê 24 saetan dixebite. Niha 4 kes li xeta me dinêrin.”
 
Di 11 salan de 18 hezar û 662 serlêdan 
 
Dîlekê axaftina xwe wiha domand: “Salê ji 2 hezarî zêdetir serlêdan dibin. Carnan 4 hezarî derbas dikin. Mînak di pandemiyê de wisa bû. Rojê 15-18 serlêdan dihatin. Ne tenê kesên tundî lê dihatin kirin, yên dibûn şahidên tundiyê jî serlêdan dikirin. Mînak dema tundî li cîran bê kirin dikarin serlêdanê bikin. Di 11 salan de 18 hezar û 662 kesî serlêdan kiriye. Ji van 350 mêr û nêzî 9 hezarî jî zarok in. Jin pirsgirêkên cidî dijîn. Stargehek em pêşniyar bikin tune ye. Li Bursayê stargeh pir kêm in. Jin tundiya fîzîkî, zayendî û her wekî din dibîne. Tundiya aborî ji sedî 61 e. Tundiya dîjîtal zêde bû. Li fabrîkayan mobîng zêde bû. Daneyek girîng ji van jinan ji sedî 98 xizan in.”
 
‘Em bi hemû jinan re dikevin têkiliyê’
 
Dîlekê bi lêv kir ku ji her bajarî kes digerin û bi daneyan vê derdixin holê û ev nirxandin kir: “Li her bajarî bi komeleyan re bi rêxistinên femînîst re xebatên me hene. Ger jin neyê Bursayê û li bajarên din bin em hejmarên hevalên xwe yên bajarên lê dimînin didinê. Bi awayekî em karê wan hêsan dikin. Lê ger neyê çareserkirin ji ber em bi ŞONIM’an re di xebatan de ne em dikevin dewrê. Navenda Şêwirmendiya me pir çalak e. Ji ber vê em xwe zû digihînin çareseriyê. Em bi saziyên jinan re dixebitin. Bêguman pirsgirêk û astengî çêdibin. Yek ji pirsgirêkên mezin tunebûna stargehan e. Divê hejmara stargehan bên zêdekirin.”
 
Pirsgirêkên jinên penaber
 
Dîlekê bal kişand ser pirsgirêkên jinên penaber û wiha daxuyand: “Pirsgirêkên mezin dijîn. Nasnameya wan a demborî tunebe dikarin biçin stargehan jî. Cihên ku ji aliyê cemaetan ve piştgiriyê dibînin hene. Jin neçar dimînin biçin wir lê li wir ên ziman bizanin tune ne. Ji ber vê jî divê li stargehan ku rêgeza veşartiyê heye bên bicihkirin. Di pêvajoya kovîdê de gelek kes hatin berdan. Wê demê me got agahiyê bidin jinan. Me ji bo vê têkoşînek mezin da. Em di pandemiyê de gelek tişt jiyan. Divê hinek tedbîr bihatana girtin û gumanbar neyên efûkirin.”
 
‘Xeta me 24 saetan vekiriye’
 
Dîlekê da zanîn xeta wan 24 saetan vekiriye û wiha axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mijarek din jî nefeqe ye. Mêran ji bo vê saziyek ava kirine û têkoşîna wê didin. Lê  jinên serî li me didin yek nefeqeyê nagirin. Ji bo welayeta zarokên xwe dest ji nefeqeyê berdidin.  Xizanî pirsgirêkek girîng e.  Em li dijî vê jî xebatan dimeşînin. Lê mixabin em nikarin xwe bigihînin hemûyan. Projeyên me didomin. Em xebatên xwe dimeşînin û di riya xwe de berdewam dikin. Xeta me 24 saetan ev 13 sal in vekiriye. Jin kengî bixwazin dikarin xwe bigihînin me.”