Li Brûkselê peykera Jîna Emînî hat danîn

  • 20:07 15 Îlon 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo yekemîn salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî, li bajarê Brûkselê bi pêşengiya komîteya ‘Jin Jiyan Azadî’, peykera Jîna Emînî hat danîn.
 
Ji bo yekemîn salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû qetilkirin, bi pêşengiya komîteya ‘Jin, Jiyan, Azadî ‘ya Belçîkayê, peykera Jîna Emînî li parka şaredariya taxa Woluwe St-Pîerre ya li paytexta Belçîkayê Brûkselê danîn. Komên çepgir, alîgirên demokrasî û aştiyê ji bo Îran û komek Kurdistanî beşdarî merasîma danîna peykerê bûn.
 
Li ser navê şaredariyê wiha hate gotin: “Em bi danîna peykera jinek Kurd li taxa xwe serbilind in. Ji ber ku Jîna Emînî sembola serhildan û şoreşa, Jin, Jiyan, Azadî ye. Ji bo me cihê serbilindiyê ye.” 
 
Her wiha di dema merasîma danîna peyker deçalakvanan peyamên piştgiriyê dan. Piştî danîna peykerê pifdankên kesk-sor-zer berdan hewayê.