HDP û Partiya Çep Kesk serdana Akbelenê kirin

  • 18:08 15 Îlon 2023
  • Rojane
MÛGLA - Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ku tevî heyeta ligel xwe serdana qada berxwedanê ya Akbelenê kir, diyar kir ku xweza tê qetilkirin û ji bo xwedîderketina li berxwedanê bang kir. 
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, parlementer Celal Firat û Burcugul Çubuk û rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk ên Mûgla, Aydin, Manîsa û Îzmîrê, serdana gundiyên ku li dijî kana komirê ya li Daristana Akbelenê li ber xwe didin, kirin. 
 
Partiyiyan xwestin li herêmê lêkolînê bikin, lê cendirmeyan nehişt biçin qadê. Piştî hevdîtinan şande çû cihê ku dar lê hatine birîn û hin lêkolîn kirin. 
 
Piştî lêkolînê Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin bilêv kir ku ji ber ku pêşî li ber komkujiya li vir negirtin e xemgîn in û got: "Me dît ku li qadê qirkirineke çawa hatiye kirin. Xwezaya me hatiye qirkirin. Cendirme û polîsên bi bacên me meaş digirin, rabûne bariyer danîne pêşiya mirovên vir. Me dît ku pêvajoya dîrokî hatiye tunekirin. Li vir dest bi kolandinê kirin. Çavkaniyên me yên binerdî pêşkêşî sermayeyê hatine kirin."  
 
Îbrahîm destnîşan kir ku dê berxwedana li Akbelenê bidome û got: "Em ê reşbîn nebin. Lê ji bo tiştên wiha bes çêbibin em ê têkoşîan xwe bidomînin. Em bi hev re xwezaya xwe biparêzin.