Têkildarî Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bernameya onlineyê
- 16:52 15 Îlon 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta yekemîn salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, Akademiya Jineolojiyê bi amadebûna çalakvanên jin, wê bi rêya online destkeftî, astengî, nêrîna pêşerojê û pêvajoya salekê ya tevgerê, binirxîne.
Akademiya Jineolojiyê, bi munasebeta salvegera yekem a Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi beşdarbûna çalakvanên jin wê bi rêya online derbarê destkeftî, astengî, nêrîna pêşerojê û pêvajoya salekê ya tevgerê nîqaş bikin.
Nîqaşa li ser online wê di 17’ê Îlonê li gorî saeta Ewropayê di saet 19:00’an de dest pê bike.