Rêvebira HDP'ê Leyla Gunana hat berdan

  • 14:04 15 Îlon 2023
  • Rojane
 
OSMANIYE - Rêvebera Rêxistina HDP’a Osmaniyeyê ya berê Leyla Gunana ku bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hatibû binçavkirin, hate berdan. 
 
Duh serê sibê rêvebera Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Osmaniyeyê ya berê Leyla Gunana bi hinceta parvekirinên xwe yên ser medyaya dîjîtal bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Leyla piştî karûbarên îfadeyê yên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin. Leyla piştî îfadeyên li dozgerî û Dadgeha Cezayê Sûlh bi şertê kontrola edlî hate berdan.