Hevserokên SGDF’ê hatin tahliyekirin

  • 21:15 14 Îlon 2023
  • Rojane
STENBOL- Hevserokên SGDF’ê Yaren Tuncer û Okan DAnaci ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihatin darizandin di 2’emîn runiştina dozê de hatin tahliyekirin. Malbat û hevalên wan li ber girtîgeha Sîlîvriyê ew bi çepik û tilîliyan pêşwazîkirin. 
 
Di 12’ê Adarê de bi ser malan de hatibû girtin û hevserokên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yaren Tuncer û Okan Danaci hatibûn binçavkirin û  di 15’ê Adarê de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatibûn girtin. Yaren û Okan di duyemîn runiştina dozê de hatin tahliyekirin. Heval û malbatên wan li ber girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê ew bi çepik û tililiyan pêşwazî kirin.