Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bang li gelê Başûr kir

  • 15:14 14 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê derbarê nêzikatiya PDK’ê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku bila helwestê nîşanî PDK’ê bidin.
 
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxuyaniyekê rayedarên PDK’ê yên ku destekê didin êrişên dewleta Tirk a dagirker û dibin şirîkê êrişan, şermezar kirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku bila helwestê nîşanî PDK’ê bidin.
 
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û got: “Di vê qonaxa têkoşîna bi rûmet a jiyana azad de ku ji aliyê Rêbertiya me, tevgera me û gelê me ve li dijî dagirkeriya Tirk hatiye tê meşandin, rayedarên PDK’ê yên ku ji dêvila li dijî êrişên qirkirina çandî û fîzîkî yên ku bi mêtingeriya dewleta Tirk û DYE ya ku di komploya navneteweyî de roleke pêşeng lîstiye helwesta xwe nîşan bidin, dibe şirîkê van êrişan. Em rayedarên PDK’ê yên ku dibin şirîkê van êrişan şermezar û hişyar dikin.
 
Herî dawîn duh şev wesayîtên leşkerî yên zirxî jî tê de, 200 wesayîtên ku çekên giran li ser wan bûn ji ser Deşta Heyatê û Deşta Herîrê hêzên leşkerî birine Sîdekanê ya qada Bradostê. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê ev hêzên dagirker ji qadên gerîla werin derxistin. Em dixwazin ji vê helwesta ku xizmeta çeteyên AKP û MHP’ê dikin, vegerin. Ji ber ku AKP û MHP’a faşîst li dijî Rêbertiya me, tevger, gelê me û têkoşîna azadiyê ya gelê me sonda îmhakirinê xwariye.
 
Gelê me yê Başûr di serî de divê hemû gelê me bizanibe ku Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk a faşîst Hakan Fîdan di 24’ê Tebaxê de bi rayedarên PDK’ê re hevdîtin kiribû, dema ku van çeteyan dişînin qadên gerîla, xuya dibe ku li ser çi esasî li hev kirine. Li şûna ku hurmetê bidin têkoşîna berxwedana gerîlayên azadiyê ku li dijî bombe û çekên qedexe yên ku di hiqûqa navneteweyî de hatine qedexekirin lê dewleta Tirk bi kar tîne, ew bi xwe îstîxbaratê pêk tîne û hewl dide gerîlayan tasfiye bike. Vê sibehê jî saet di 04.30’an de êrişî çeperên gerîla yên li Qada Gewriya Zinê kirine. 
 
Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin û gelê me yê Başûr di serî de em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê Şêladizê helwestê nîşanî PDK, çeteyên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û qadên wan ên baregehan bidin. 
 
Em girtiyên şoreşger ên PKK’yî û PAJK’î gerîlayên ku li dijî êrişên çeteyên mêtinger ên dewleta Tirk, berxwedaneke mezin nîşan didin û her roj derbê li mêtingeriyê dixin, silav dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora gerîla berxwedanê geş bikin û di vê qonaxa dîrokî de têkoşîna me ya bi rûmet di lûtkeyê de ye, têkoşînê geş bikin.”