ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 14 Îlon 2023
  • Rojev
 
* Li Nisêbînê çawîşê pispor Eyup K. xwe wek endezyar da nasîn, bi hinceta pirskirina navnîşanê di dîrok û cihên cuda de 4 zarok xistibû wesayîta xwe tacîza zayendî lê kiribû. Li ser gilîkirina zarokan, gumanbar hat girtin û di îdianameya ji 'îstîsmarkirina zarokan, kes ji azadiyê bêpar hiştin’ hatibû amadekirin heta 20 salan ceza hat xwestin.
 
*Sevgî  Demîr a li Semsûrê piştî erdhêjê bi zarokan re wek dilar xebitî û diyar kir ku li herêmê zarokên keç tên zewicandin û zarokên penaberan li herêmên edhêjê zêdetir bi newekheviyê re tên rû hev. DÎMEN HEYE
 
*Der barê hevseroka KCD’ê Leyla Guven de ji ber îfadeyên "AKP-MHP wê hesab bide" û "Ji bo hesab bidin em ê berxwe bidin" bi îdiaya "Gel tahrîkê dijminahî û kînê dike" doz hat vekirin. Siyasetmedaran bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku di şexsê Leylayê de dixwazin tolê ji jinan bigirin. BI DÎMEN 
 
*Girtiya nexweş nivîskar Gulazar Akin a ku 28 sal in girtiye, nameya ku şandî de destnîşan kir ku binpêkirina mafan li girtîgehê zêde bûye û ji bo hişyariyê bang li sazî û dezgehên mafên mirovan kir. BI DÎMEN
 
* Fîlmçêkera Îranî û aktîvîsta femînîst Parîsa Ghasemî, diyar kir ku jin li Îranê dijî rejîmê paşve gavê navêjin û got: “Gelek jînî asta daxwaza azadiyê derbas kirine. Ji ber êdî biryara jiyankirina azadiya xwe dane.” BI DÎMEN 
 
*Partiya Çep a Kesk hefteya borî konferansa jinê ya navendî pêk anî. Jinan derbarê konferansê de diyar kirin ku rojeva sereke têkbirina tecrîdê ye û hewl didin ku civakê çawa ji tecrîdê xilas bikin. BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, derbarê berdana cerdevan Yakup A. û 3 hevalên wî yên piştî destavêtina jinekê li Dêrikê hat berdan, wiha got: "Zîhniyeta ku kiryaran serbest berdide bingehê zêdebûna tawanên wek tiryak û fihûşê di civakê de. Em ê bi pêşengiya jinan van polîtîkayên qirêj têk bibin." BI DÎMEN 
 
*Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku qelsbûna têkiliya partiya wan a bi gel re, navendîbûn, burokrasiya zêde, kêmasiya îdeolojîk û bilindbûna hişê zilam ew ber bi vê pêvajoyê ve birin û got: "Pêvajoya ku piştî encamên hilbijartinê dest pê kir, têkoşîna demokratîk a gel bû û ev rewş bandor li me jî kir û ev tişt ji bo me gelekî watedar e." BI DÎMEN