Li Reqayê derbarê derûniya jin û mêran de semîner
- 16:43 13 Îlon 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî derûniya jin û mêr de semînerek li dar xist û bal kişand ser zîhniyeta baviksalariyê.
Meclisa Jinan a Sûriyeyê Gelek, derbarê derûniya jin û mêran de semînerek li dar xist. Endamên partiyan, rêxistinên jinan ên Reqayê tevlî semînerê bûn ku li avahiya meclisê ya li Reqayê hate lidarxistin.
Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Tebqayê Cuheyne Maso axivî û balkişand ser cudabûna di navbera her du zayendan de, pirsgirêkên ji ber wê cudabûnê derdikevin û dîtina mekanîzmeyeke têgihiştinê ya hevbeş û got: “Cudabûn, xwezayî ye. Ji ber ku cudabûnên biyolojîkî hene û ev cudabûn di wateya xwe ya rast de, bedewiyê dide jiyana kesan.”
Cuheyne, diyar kir ku ev mijar rê li pêşiya her du aliyan vekir ku hevdu dûrî tundiyê, paşguhkirina jinan û zihniyeta baviksalariyê nas bikin û hin çareserî ji van pirsgirêkan re peyda kir.
Di dawiyê de beşdaran, teqezî bi girîngiya qebûlkirina hevdû kir.