ROJEVA 12'YÊ ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 12 Îlon 2023
  • Rojev
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk Çiçek Otlu diyar kir ku ji ber polîtîkaya yekperest a îktidarê perwerdeya bi zimanê dayikê tê astengkirin û hebûna gelê kurd bi vî rengî nayê qebûlkirin û got:"Ewqas butçe ji şer tê veqedantin. Dewsa şer ev butçe divê ji perwerde, kedkar, tendirustiyê bê veqetandin. Çareserî bi têkoşînê pêkan e." DÎMEN HEYE
 
*Raperîna ku bi pêşeniya jinan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk hatî dikeve sala xwe ya yekemîn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên dema borî de bal dikişîne ser dîroka berxwedana kurdên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê. DOSYA-3
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku armanca kampanyaya  wan a ku wê di rojên pêş de li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  bidin destpêkirin  tenê ne ji bo rakirina tecrîdê ye û di heman demê de ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e.  DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Esra Saçaklidir, têkildarî îşkence û tundiya li ser gelê kurd a di raporan de jî derdikeve pêş wiha got:"Sedema zêdebûna tundiya li Kurdistanê neçareseriya meseleya kurd e." DÎMEN HEYE