Arsîsa li Wanê ji bo zimanê kurdî daxuyanî da

  • 14:57 11 Îlon 2023
  • Rojane
WAN - Arsîsa ya Wanê, derbarê serdema perwerdeyê ya 2023-2024’an de daxuyaniyek da û got: "Bi milyonan zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin, xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, helbestên xwe bi zimanê xwe bixwînin, romanên xwe bi zimanê xwe binivîsin. Ev maf wek hemû zarokên cîhanê mafê zarokên Kurdan e jî."
 
 Arsîsa ya Wanê, der barê serdema perwerdeyê ya 2023-2024’an de li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Kovara Destar, endamên Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Kesk, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Aryen, ŞanoWan, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER), Serhat Göç-Der, Star-Der, BASK-Der, Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û ÇEV-DER tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em perwerdahiya bi kurdî  dixwazin” hat vekirin û dovîzên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Zimanê me rûmeta me ye” hat bilindkirin.
 
Daxuyanî ji hêla mamosteya Arsîsa yê Şevket Acar ve hat xwendin.  
 
‘Perwerdeya bi zimanê tirkî tê ferzkirin’
 
Şevket, anî ziman ku di 11’ê îlonê de li Tirkiyeyê serdema perwerdeyê ya 2023-2024’an dest pê dike û got destpêkirina vê serdema perwerdeyê ji bo zarokên kurdan jî derbasdar e. Şevket diyar kir ku li gorî xala 42’yemîn a zagona bingehîn a Tirkiyeyê li dibistanên dewletê ji bilî zimanê tirkî bi tu zimanê dayikê perwerde nikare were dayîn û wiha axivî: “Ev jî tê wê wateyê ku mîna sed salên borî yên Komara Tirkiyeyê dîsa li ser bi milyonan zarokên Kurdan perwerdeya bi zimanê tirkî dê were ferzkirin û zarokên kurdan dê dîsa ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar bên hîştin. Bi vê yekê, dê bi milyonan zarokên kurd di nava diranên çerxa bişaftinê de werin helandin û ji zimanê xwe, rastiya xwe, nasnameya xwe û ji çanda pêşiyên xwe dûr bikevin. Gelê Kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi vê helwest û nezîkatiya bişaftin, înkar û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî vê nêzîkatiya nebixêr a dewletê nerazîbûna xwe nîşan daye û têkoşiyaye ku çand û zimanê xwe û û nirxên xwe yên din ên neteweyî biparêze û ev tekoşîn hîn jî berdewam e. Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo Gelê Kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna Gelê Kurd de jî azadiya çand û zimanê kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.”
 
‘Kurd ji daxwaza xwe bi israr in’
 
Şevket, bi lêv kir ku  di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo Gelê Kurd jî derbasdar in û wiha pê de çû: “Ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê ku gelê kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar hatibû hiştin, ji wê demê heta roja îro, parastina çand û zimanê xwe û bidestxistina statûyeke siyasî armanceke sereke ye di têkoşîna gelê kurd de. Gelê kurd di daxwaza xwe ya ‘Ji Pêşdibistanê Heta Zanîngehê Perwerdeya bi Zimanê Dayîkê’ de bi israr e. Lîstikên wekî TRT 6, Dersên Hilbijartî û li Zanîngehan vekirina beşên kurdî polîtîkayên dewletê yên ku bi gelê kurd demê didin wendakirin û ji çareseriyê dûr in. Bi milyonan zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin, xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, helbestên xwe bi zimanê xwe bixwînin, romanên xwe bi zimanê xwe binivîsin. Ev maf wek hemû zarokên cîhanê mafê zarokên Kurdan e jî. Ev mafekî rewa, bingehîn, insanî û gerdûnî ye ku ji bo zarokên Kurdan bi qasî nan, av û hewayê girîng û jiyanî ye. Bi taybetî li dê û bavan û pê re jî li tevahiya gelê kurd em bang dikin ku li hemberî vê helwesta înkar û tunehesibandina zimanê kurdî ya ku di sedsala 21’emîn de bi polîtîkêyên bişaftinê li ser gelê kurd tê meşandin, dengê xwe bilind bikin.”
 
Şevket, dawiya axaftina xwe de ev xalan rêz kir:
 
“* Xala 42’yemîn a zagona bingehîn neyê derxistin û betalkirin,
 
* Dewleta Tirkiyeyê, şerh û îtîrazên xwe yên li ser xalên 17, 29 û 30'emîn ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî yên ku bi azadiya çand û zimanî re pêwendîdar in betal neke û li vî welatî zimanê kurdî nebe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê nebe zimanê perwerdeyê, dê Gelê kurd têkoşîna xwe ya parastina zimanê kurdî ranewestîne.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye” hat berzkirin ve bi dawî bû.