Derbarê jinên ji bo girtiyên nexweş çalakî kirin de lêpirsîn

  • 14:01 11 Îlon 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê der barê 39 jinên ku li dijî nêzîkatiya li hemberî jinên girtî 3 roj in xwarin negirtin de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a ku di 31'emîn danişîna doza Kobanê de axivî, diyar kiribû ku ew ê jo bo Şakir Turan ê li Girtîgeha Tîpa L û nexweşê penceşêra qirikê bû ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û ji bo girtiyên mexweş ku nayên berdan ew ê bi girtiyên jin ên siyasî re li Girtîgeha Sîncanê re 3 rojan xwarinê negirin.
 
Der barê 39 jinan de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin
 
Piştî ku jinên girtî dawî li çalakiya xwe anîn, ji aliyê Midûriyeta Înfazê ya Girtîgeha Sîncanê ve derbarê 39 jinên ku çalakî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin. Di teblîxa ku ji girtiyan re hat şandin de hat xwestin ku di nava 3 rojan de parastina xwe bikin.