'Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin'

  • 13:56 11 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
 AMED - Têkildarî serdema nû ya perwerdehiyê ya 2023-2024’an, MED-DER daxuyanî da û got: “Bi taybetî li dê û bavan û pê re jî li tevahiya Gelê Kurd em bang dikin ku li hemberî vê helwesta înkar û tunehesibandina zimanê kurdî ya ku di sedsala 21’emîn de bi polîtîkêyên bişaftinê li ser Gelê Kurd tê meşandin, dengê xwe bilind bikin.”
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) têkildarî serdema nû ya perwerdehiyê ya 2023-2024’an li ber Peykerê Mafên Mirovan ê Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” ku bi zaraveyên kurmancî û zazakî hatiye nivîsandin, hat vekirin. Rêveber û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), TMMOB, Odeya Endezyarên Zîraatê (ZMO), Egîtîm-Sen û gelek saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di destpêkê de hevserokê berê yê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û bal kişand ser giringiya perwerdekirina zarokan ya bi zimanê zikmakî. Ronî got ku niha bi milyonan zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar dimîne. Ronî diyar kir ku ew nêzîkbûna rayedarên dewletê yên li dijî kurd û zimanê kurdî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. 
 
Li ser navê Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê Samed Ûcaman axivî û bi bîr xist ku heta niha li ser ziman û çanda kurdî qedexe hatiye danîn. Samed anî ziman ku li ser vê erdnîgariyê bi deh hezar salane kurd jiyan e û li ser vê axê jiyana xwe, çanda xwe, hebûna xwe pêk anîne. 
 
Piştre Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettîn Altun axivî û wiha got: "Bi qasî jimara kurdan divê mamosteyên kurdî hebin. Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî.”
 
Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç metna daxuyaniyê xwend. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
“Di 11’ê Îlonê de li Tirkiyeyê serdema perwerdeyê ya 2023-2024’an dest pê dike. Destpêkirina vê serdema perwerdeyê ji bo zarokên Kurdan jî derbasdar e. Li gorî xala 42’yemîn a zagona bingehîn a Tirkiyeyê, li dibistanên dewletê ji bilî zimanê tirkî bi tu zimanê dayikê perwerde nikare were dayîn. Ev jî tê wê wateyê ku mîna sed salên borî yên Komara Tirkiyeyê, dîsa li ser bi milyonan zarokên kurdan perwerdeya bi zimanê tirkî dê were ferzkirin û zarokên kurdan dê dîsa ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar bên hîştin. Bi vê yekê, dê bi milyonan zarokên kurdan di nava diranên çerxa bişaftinê de werin helandin û ji zimanê xwe, rastiya xwe, nasnameya xwe û ji çanda pêşiyên xwe dûr bikevin.
 
Ji bo ziman têkoşîn
 
Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi vê helwest û nezîkatiya bişaftin, înkar û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî vê nêzîkatiya nebixêr a dewletê nerazîbûna xwe nîşan daye û têkoşiyaye ku çand û zimanê xwe û nirxên xwe yên din ên neteweyî biparêze û ev tekoşîn hîn jî berdewam e. Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo Gelê Kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna Gelê Kurd de jî azadiya çand û zimanê kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.
 
Peyman û danezanên navneteweyî
  
Daxwaza gelê kurd a ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê’ rewa û însanî ye. Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê kurd jî derbasdar in. Di vî warî de, UNESCO (Saziya Perwerde, Zanist û Çandê) binê rêgezeke gerdûnî xêz dike û dibêje: ‘Ji bo ku zarok bi awayê herî baş hîn bibin, divê bi zimanê xwe yê dayikê dest bi xwendin û nivîsandinê bikin’. Her wiha zimanzan û perwerdekar jî dibêjin ku zarok di temenê destpêkirina perwerdehiyê de dikarin ji yekê zidetir zimanan hîn bibin. Ango bi du zimanan an jî sê yan çar zimanan werin perwerdekirin û gihandin.
 
Di qadên cemaweriyê de pirzimanî 
 
Ji nav 194 welatan ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne, li 113’an hejmara zimanên fermî ji yekê zêdetir e û di qadên cemawerî de pirzimanî di meriyêtê de ye. Bo nimûne, li Çînê 51, li Hindistanê 22, li Rûsyayê 33, li Îtalyayê 12, li Filîpînan 18, li Efrîkaya Başûr 11 ziman an wek zimanên fermî yan jî wek zimanên herêmî tên naskirin û bikaranîn. Ji nav welatên ku cîranên Tirkiyeyê ne, li Îraqê 4, li Îranê 8 ziman bi awayekî fermî di zagonên bingehîn ên van welatan de cih digirin û tên naskirin. Li 22 welatên Ewropayê 458 ziman tên axaftin û ev hêjmar her roj zêdetir dibe û li gel van zimanan zaravayên wan jî tên parastin. Bi vî awayî, nifşên nû hem zimanê xwe yê dayikê hem jî zimanê welatê ku lê dijîn hîn dibin û Ewropayeke pirzimanî, pirçandî, xwedî huner û felsefeyeke pêşketî derdikeve holê.
 
Domandina polîtîkayên tune hesibandinê
  
Lê gava ku em li welatê Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê naxwazin pêşketinên cîhana hemdem bibînin û bi hişmendiya avakarên komarê dibêjin ‘Darê min kulavê min, rehmet li dê û bavê min’. Ji aliyê polîtîkayên bişaftin, înkar, tunehesinandin û tunekirina çand û zimanan ve rehmetê li dê, bav û li pêşiyên xwe yên wek Mehmûd Esat Bozkurt ê ku wezîrê dadê bû di 18’ê Îlona 1930’yî de gotibû: ‘Fikra min û qenaeta min ew e ku ev welat, welatê Tirkan e. Li welatê tirkan yek peywira gelên ku ne tirk in heye, ew jî ew e ku ji gelê tirk re xizmetkarî û koletiyê bikin’. Ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê ku Gelê Kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar hatibû hiştin, ji wê demê heta roja îro, parastina çand û zimanê xwe û bidestxistina statûyeke siyasî armanceke sereke ye di têkoşîna Gelê Kurd de.
 
Bi qasî av û hewayê girîng e
 
Gelê Kurd di daxwaza xwe ya ‘Ji Pêşdibistanê Heta Zanîngehê Perwerdeya bi Zimanê Dayîkê’ de bi israr e. Lîstikên wekî TRT 6, Dersên Hilbijartî û li Zanîngehan vekirina beşên kurdî polîtîkayên dewletê yên ku bi gelê kurd demê didin wendakirin û ji çareseriyê dûr in. Bi milyonan zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin, xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, helbestên xwe bi zimanê xwe bixwînin, romanên xwe bi zimanê xwe binivîsin. Ev maf wek hemû zarokên cîhanê mafê zarokên kurdan e jî. Ev mafekî rewa, bingehîn, insanî û gerdûnî ye ku ji bo zarokên kurdan bi qasî nan, av û hewayê girîng û jiyanî ye. 
 
Têkoşîna zimanê kurdî dê bidome
 
Bi taybetî li dê û bavan û pê re jî li tevahiya gelê kurd em bang dikin ku li hemberî vê helwesta înkar û tunehesibandina zimanê kurdî ya ku di sedsala 21’emîn de bi polîtîkêyên bişaftinê li ser gelê kurd tê meşandin, dengê xwe bilind bikin. Heta ku xala 42’yemîn a zagona bingehîn neyê derxistin û betalkirin, dewleta Tirkiyeyê, şerh û îtîrazên xwe yên li ser xalên 17, 29 û 30'emîn ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî yên ku bi azadiya çand û zimanî re pêwendîdar in betal neke û li vî welatî zimanê kurdî nebe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê nebe zimanê perwerdeyê, dê Gelê Kurd têkoşîna xwe ya parastina zimanê kurdî ranewestîne.”