Konferansa Partiya Çep a Kesk di roja duyemîn de didome
- 11:39 11 Îlon 2023
- Rojane
ENQERE - Konferansa Partiya Çep a Kesk ku di çarçoveya jinûveavakirinê de li dar dixe di roja duyemîn de berdewam dike.
“Konferansa Mezin” a Partiya Çep a Kesk ku di çarçoveya jinûveavakirinê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet li dar dixe, di roja duyemîn de didome. Di roja ewil a konferansê de pêşniyarên gel ên di civînên berê de hatine kirin pêşkeşî konferansê hatin kirin û îro jî di serî de guherandina rêziknameya Partiya Çep a Kesk, gelek mijarên din dê bên nîqaşkirin.
Di roja duyemîn a konferansê de di serî de çareseriya demokratîk a di pirsgirêka kurd de, siyaseta demokratîk, rêya sêyemîn û tifaq, rêxistiniya kedê, aboriya demokratîk û gelparêz dê gelek mijar bên nîqaşkirin û pêşniyar veguherin biryaran.