Li Herêma Firatê serdema nû ya perwerdeyê dest pê kir

  • 10:50 11 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîna li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêma Firatê jî dewama xwendinê ya salê bi kêfxweşî dest pê kir.
 
Li herêma Firatê, ji refa yekê heta ya dozdehan dewama xwendinê ya salê doh dest pê kir. Li gorî rêjeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê, ku 5'ê Tîrmeha 2023'an eşkere kir, li herêmê 63.727 xwendekaran dest bi xwendinê kirin.
 
Yek ji xwendekara refa 7'an a Dibistana Şehîd Seydo Riweyda Feyad bal kişand ser girîngiya xwendina bi zimanê dayikê û got, "Bi zimanê dayikê fêrbûn û axaftin jiyaneke pir xweş e. Ji bo min zimanê min ê dayikê, her tişt e. Vekirina dibistanê li her kesî pîroz dikim."
 
Xwendekar Eviyana Ehmed jî diyar kir ku ew dixwaze bibe mamoste, ji bo karibe nifşê nû perwerde bike û got, "Dixwazim sala xwendinê ya nû bi hevalên xwe û mamosteyên xwe bi şadî derbas bikim."
 
Xwendekar Êva El Elî jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina dibistanê anî ziman û got, "Hêviya min ew e ku bibim bijîşkek. Ji bo karibim jiyana mirovan rizgar bikim."