Hejmara nû ya Rojnameya Xwebûnê derket

  • 10:01 11 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Hejmara 195’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Berhema 12’ê îlonê” derket. 
 
Hejmara nû ya Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Berhema 12’ê îlonê” derket.  Rojnameyê di manşeta xwe de cih daye nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê 12’ê Îlonê û AKP’ê de. Der barê mijarê de Nivîskar Zana Welat li ser nêrînên Ocalan ên der barê mijarê de nivîsandiye û her wiha Serokê Komelaya 78’an a Amedê Ahmet Ertak jî der barê 12’ê Îlonê de ji rojnameyê re axiviye. 
Di surmanşetê de jî rojnameyê cih daye nûçeya ku der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk re hatiye çêkirin.
 
Di rûpelê jinê de jî li ser salvegera kuştina Jîna Emînî û berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye rawestandin. Di rûpelê 3’yan de jî der barê polîtîkayên îşkenceyê û zilm û zordariya ku li jin û zarokan tê kirin de Rêvebera Şaxa ÔHD’ê ya Amedê Zeynep Karayilan û Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz re nûçe hatine amadekirin.  
 
Heriwha di rûpelê 6-7’an a rojnameyê de de jî hevserokê DFG’ê Serdar Altan li ser zextên li ser rojnamegeran û Zinar Ronî jî li ser girîngiya rêxistinbûnê ya li dijî êrîşan nivîsandine. Di rûpelê kirmanckî yê rojnameyê de jî li ser êrîş û zextên dewhilata AKP-MHP’ê yên li rojava û başûrê Kurdistanê yên li dijî kurdan hatiye rawestandin. Di rûpelê çandê yê rojnameyê de jî çîroka feqî û dengbêjê biçûk ê bi navê Mûhammed Taha Erkan hatiye nivîsandin.