Di ser komkujiya Koşuyoluyê de 17 sal derbas bû

  • 09:05 11 Îlon 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Di 2006’an de li Parka Koşuyoluyê teqîn pêk hat û di teqînê de 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Tevî 17 sal di ser bûyerê re derbas bû gumanbarên teqînê dernexistin holê.
 
Li navçeya Rezanê ya Amedê li Parka Koşuyoluyê di 12’ê îlona 2006’an de teqîn pêk hat û 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Tugaya Întîka Tirk piştî êrîşê teqîn girt ser xwe. Di teqînê de xwişk û birayên hev Abdullah (6 mehî), Nazlican (4) û Nazar Çetînkaya (2) û xwişkên hev Şîlan (6 mehî), Zîlan (8), Evîn (10), Mizgîn Demîr (12) û dayika wan Faîde Demîr, Hasan Marangoz (14), Rojhilat Aslan(28) hatin qetilkirin. Bariş Demîr ê 5 salî, Maîde Çetînkaya û Alî Haydar Kaplan lingên xwe, Emîne Yetîşecek jî mile xwe yê çepê winda kir.
 
Piştî komkujiyê esnafên Baglarê dukan girtin û bi pêşengiya Platforma Demokrasiyê ya Amedê li Parka Koşuyoluyê çalakiyek pêk hat. Sê rojan şîn hat îlankirin.
 
TÎT’ê girt ser xwe
 
Piştî komkujiyê çapemeniya alîgir got PKK’ê komkujî pêk aniye lê TÎT’ê bûyer girt ser xwe. Dosya navbera Walîtî, Emniyet û serdozgeriyê de hat windarkirin.
 
Di lêpirsîna Ergenekonê de şopên teqînê
 
Di operasyona Ergenekon ku bi awayekî berfireh di rojeva Tirkiyeyê de cih girt û hema piştî wê di îdianameya hat amadekirin de şopên teqîna li Koşuyoluyê derketin holê. Di klasora pêveka îdianameyê de klasora hejmara 243'yan bi navê ‘dosya Amedê’ qeydkirî derket holê. Di klasora ji 537 rûpelî pêk dihat de der barê teqîna li Amedê pêk hatiye de girtek, nivîsandin, raporên otopsi, nivîsandinên dozger, girtekên operasyonê û her wekê din cih digirtin.
 
Tazmînat hat redkirin
 
Ji bo 10 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne, li gorî rêgeza ‘berpirsyariya wezareta karê hundir heye’ di navbera 350 hezar û 700 hezarî de serlêdanên tezmînatê hatin kirin. Lê wezaretê ev daxwaz red kirin.
 
Qisûrên xizmetê tê dîtin!
 
Dadgeha Îdarî, îdia kir ku qisûrên xizmetê ya ku li îdareyê bê barkirin tune ye û doza ku malbatan vekiribû red kir. Malbatan serî li Dadgeha Bilind dan û di 21’ê Adara 2012’an de ji aliyê 15’emîn Daîreyê ve bi heman hincetê hat rekirin. Malbatan li ser vê biryarê, di 22’ê cotmeha 2013’an de şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Dadgeha Destûra Bingehîn, di 20’ê Nîsana 2016’an de diyar kir ku mafê darizandina adîlane ya malbatan hatiye binpêkirin û got divê encamên binpêkirinê bên rakirin ji nû ve dosya şand dadgeha herêmî.
 
Yekemîn dadgeha îdarî ya Amedê ku ji nû ve darizandin kir, îdia kir ku qisûrên xizmetê tune ye, got ji bo her malbatê tazminata manewî 20 hezar wê di cih de be.
 
Her wiha der barê sê gumanbaran de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hat vekirin û biryara rûniştinê di 17’ê Gulana 2012’an de hat dîtin. Der barê gumanbar Hîkmet Topal û Gurhan Guneş de her yekê 11 caran cezayê muebeta giran û her wiha ji sûcê ‘kuştina kesan a plankirî ’ 216 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Piştî teqînê li ber Parka Koşuyolu ji bo bîranîna 10 kesî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di 2008’an de Abîdeya Jiyanê hat çêkirin.