ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
- 09:00 11 Îlon 2023
- Rojev
*Piştî jina Kurd Jîna Emînî li Tahranê hat qetilkirin şûnde jinên Îran û bajarên rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ dest bi berxwedanê kirin û ber bi yekemîn salvegera serhildanan û qetilkirina Jîna Emînî zext û îşkecne jî zêde bûn. Serhildana li hemû cîhanê belav bû tevî hemû zextan didome. DOSYA(2)
*Bi vekirina dibistanan re mamosteyan balkişandin ser krîza aborî ya li ser malbat û zaorkan û gotin zarok di mijara veguhetsin, starbûn, xwedîbûn û alavên perwerdê de bi astengiyan re tên rû hev. DÎMEN HEYE
*Dayika Aştiyê Afîfe Kartal a li dijî her cureyê zilma dewletê ji bo aştiyek bi rûmet têkoşîn meşand wiha got: “Di cenazeyê keça xwe de jî min aştî xwest.” DÎMEN HEYE
*Di 2006’an de li Parka Koşuyoluyê teqîn pêk hat û di teqînê de 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Tevî 17 sal di ser bûyerê re derbas bû gumanbarên teqînê dernexistin holê. DÎMEN HEYE
*eransa Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk de siyasetmedarên jin bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Di serdema nû de dê li dijî tecrîdê çalakiyan li dar bixin û li her qadê dê rêxistinbûna jinê xurt bikin." BI DÎMEN