Hevşaredarên Panosê hatin berdan
- 18:01 6 Îlon 2023
- Rojane
AGIRÎ - Hevşaredarên Şaredariya Panosê yên HDP'î Muşerref Geçer, Emrah Kiliç û Midûrê Xizmetên Piştgiriyê Ugur Laçîn ên di 12'ê Hezîranê de hatibûn girtin, hatin berdan.
Hevşaredarên Şaredariya Panos a Agiriyê yên HDP'î Muşerref Geçer û Emrah Kiliç û Midûrê Xizmetên Piştgiriyê Ugur Laçîn di 9'ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin û di 12'ê Hezîranê de jî hatibûn girtin. Muşerref, Emrah û Ugur yên bi îdiaya ‘îhale binpê kirine’ hatin darizandin, piştî 3 mehan hatin berdan.