'Em ê ji bo girtiyên nexweş 3 rojan çalakî li dar bixin'

  • 15:58 4 Îlon 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Siyasetmedar Sebahat Tuncel ragihand ku girtiyên siyasî yên kurd ji bo girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin, 3 rojan çalakiya xwarin wernegirtinê li dar bixin. 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê têkildarî neberdana girtiyên nexweş û mirina girtiyên nexweş, wê çalakiya ji bo 3 rojan bê lidarxistin. 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel di danişîna 31’emîn a Doza Kobanê de axivî û ragihand ku ji bo ew mirina girtiyê nexweş Şakir Tûran ê li Girtîgeha Erzînganê şermezar bikin û ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e û nayên berdan dê 3 rojan çalakiya xwarin wernegirtinê li dar bixin. 
 
Sebahat têkildarî çalakiyê wiha got: “Li girtîgehan 81 kesan jiyana xwe ji dest dan û em ê li girtîgehan ji bo 3 rojan çalakî li dar bixin. Em girtiyên ji Doza Kobanê tên darizandin, em ê xwarinê wernegirin.”