Kovara Jinê bi hejmara xwe ya 27'emîn derket

  • 14:15 3 Îlon 2023
  • Rojane
 
STENBOL -  Kovara heftane ya Jinê bi hejara xwe ya 27 bi manşeta "Fragmanên nû yên dadgirkeriyê; Daxwaza fetihkirina bedena jinê" derket. 
 
Hejmara nû ya Kovara Jinê ku heftane tê weşandin bi manşeta Fragmanên nû yên dadgirkeriyê; Daxwaza fetihkirina bedena jinê" derket. Di hejmara 27'emîn a kovarê de Derya Aydin bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Mekanê ku nayê bidestxistin, daxwaza fetihkirinê ya naqede; fragmanên nû yên dagirkirina Kurdistanê" balê dikişîne ser planên nû yên dagirkirina Kurdistan û bedena jinê ku wekî amûrê şerê taybet tê bikaranîn, wergera nivîsa Reem Abbas a bi sernavê "Dema ku tenê rêya rizgariyê mirin be" bi şerê li Sûdanê ku ji 1897'an de hatiye destpêkirin balê dikişîne ser bedena jinê ku ji bo şer tê bikaranîn.
  
Nêzîkatiya li Qanûna Medenî
 
Hulya Osmanoglu jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Polîtîkaya aştiya Feminîst û mafên kolektîf" hewldanên jinan ên ji bo aştiyê vedibêje. Herwiha di vê hejmarê de Handan Coşkun jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Kesên ku Destûra Bingehîn pêk naynin nikarin Destûra Bingehîn binivîsin" balê dikşîne ser nêzîkatiya îqtîdaryê ya di warê Qanûna Medenî de.
 
Çîrokên jinan ên hatine dizîn
 
Esma Kaya Ceylan jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Efsaneya hatiye dizîn: Atargatîs e? An Hz Îbrahîm e?" balê dikişîne ser çîrokek din a jinê ya rast di derbarê Gola bi Masî de.
 
Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:
 
* Mekanê ku nayê bidestxistin, daxwaza fetihkirinê ya naqede; fragmanên nû yên dagirkirina Kurdistanê/Derya Aydin
 
* Dema ku rêya rizgariyê tenê mirin be/Reem Abbas
 
* Polîtîkayê ya feminîst û mafên kolektîf /Hulya Osmanoglu
 
* Kesên destûra bingehîn pêk naynin nikarin destûra bingehîn çêbikin! /Handan Coşkun
 
* Efsaneya hatiye dizîn: Atargatîs e? An Hz Îbrahîm e? /Esma Kaya Ceylan