Îranê ceza li aktîvîsta jin a girtî birî

  • 12:47 3 Îlon 2023
  • Rojane
 
WAN - Rejîma Îranê salek û 3 meh cezayê gitîgehê li aktîvîsta jin a girtî Sepîdeh Qalîan birî. 
 
Aktîvîsta jin Sepîdeh Qalîan li Îranê hatibû girtin û salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Qalîan birin Girtîgeha Evînê. Ji ber ku di danişîna 19’ê tîrmehê de serê xwe girêneda û ew neanîbûn danişînê. Di danişîna 31’ê tebaxê de jî bi îdiayên “serîgirêdan qebûl nekir û ji bo fihûşê alîkarî kiriye” û “Di danişînan de di sûcê kiriye de israr kir” salek û 3 meh cezayê din ê girtîgehê lê hate birîn. 
 
Di danişîna biryarê de jî Sepîdeh neanîn dadgehê. 
 
Par di meha gulanê de jî bi îdiaya “Li ser medyaya dijîtal agahiyên derew parve dike û li dijî Komara Îslamî ya Îranê propagandayê dike” 2 sal cezayê girtîgehê li Sepîdehê hatibû birîn.