Aktîvîst Bahareh Hedayat dest bi greva birçîbûnê kir

  • 12:39 3 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîst Bahareh Hedayat a ku di dema serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatibû girtin, bi gotinên “Ji bo Îrana ku nêzî azadiyê ye bila bibe piştgiriyek biçûk” ragihand ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
 
Bi nêzîkbûna salvegera serhildana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye, gelê ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” derketiye kolanan, bi biryar e heta encam were girtin têkoşînê bidomîne. Hikumeta Îranê jî ji bo serhildanan bitepisîne polîtîkayên girtin û zextê didomîne. Aktîvîst û berxwedêrên ku di serhildanê de hatine girtin jî zindan veguherandine cihên berxwedanê.
 
Bahareh Hedayat a li Girtîgeha Evînê ku ji 3’ye Cotmeha  2022’yan ve girtî ye û berê jî gelek caran hatibû girtin, bi nameyekê diyar kir ku ji bo rojnamgerên girtî Nîlufer Hamedî û Elaha Mohammadî yên piştî serhildana 16’ê Îlona 2022’yan hatin girtin û ceza li wan hat birîn û Cewad Ruhî yê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, di 31’ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kiriye.
 
‘Ev ax êdî zilmê qebûl nake’
 
Bahareh Hedayat di nameya xwe de bal kişand ser rojnamegerên ku hatine girtin û cezayê giran li wan hatiye birîn, aktivîstên karkar û xwendekaran û diyar kir ku  tişta li dadgehan tê darizandin wijdanê kolektîf ê gel e. Bahareh Hedayat da zanîn ku hewl didin navê Jîna Emînî ji bîr û wijdanê mirovan rakin û nameya xwe wiha bi dawî kir: “Li vê derê, li pişt dîwarên Girtîgeha Evînê, derewên ku desthilatdarî dike û hewl dide asayî nîşan bide em  bi çavên xwe dibînin. Greva birçîbûnê ya ku min ji bo piştgiriya jinên azadîxwaz û berxwedêr ên welatê xwe daye destpêkirin; bila ji bo Îrana ku nêzî azadiyê ye bibe piştgiriyek biçûk, ev ax êdî zilmê qebûl nake.”