'Em ê zincîrên li Îmraliyê bişkînin'

  • 12:03 3 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Dayikên Aştiyê û jinên ku tevli mîtînga 1'ê Îlonê bûn, diyar kirin ku ew dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û gotin ku ew ê zincîrên li Îmraliyê bişkînin.
 
Welatiyên ku tevli mîtînga  1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Amedê li Qada Îstasyonê hat lidarxistin bûn, banga xwe ya  aştî, azadî, wekhevî û edaletê dubare kirin. Di mîtîngê de daxwazên rakirina tecrîdê û azadiya girtiyên siyasî hat kirin, Dayikên Aştiyê yên ku me mîkrofona xwe dirêjî wan kir, nêrînên xwe yên di vê çarçoveyê de anîn ziman.
 
Dayikên Aştiyê yên ku tevli mîtîngê bûn derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kirin.
 
‘Em dibejîn aşitî, ew dibêjin şer’
 
Nûra Abay: “ Bila êdî aştî bê Kurdistanê jî. Tecrîda lî Mîraliyê li hemû girtîgehan belav bûye.  Em dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe û aştî pêk bê. Bila mafê kurdan bê dayin. Zarokên me bêsedem digrin. Ew çawa edalet e? Ez edaletê dixwazim. Em dibêjin sipî, ew dibêjin reş. Ez dixwazim ev zilm biqede. Bila girtî bên berdan. 100 sal ceza didin girtiyan. Dê 100 salan çawa di girtigehê de bimînin? Bila ciwanên me bê sedem neyên girtin. Em aştiyê dixwzin. Bila Kurd rabin ser piyan,  dest ji doza xwe bernedin ji bo ku wekhevî çêbibe.”
 
‘Bila ji girtîgehan cenaze neyên derxistin’
 
Meryem Turan: “ Gelê Kurd ji berê de aştiyê dixwaze.  Lê  zarokên kurdan bê sedem tê girtin. Yên ku diziye tecawizê dikin û kujer  tên berdan lê Kurd nayên berdan. Ji ber kurdbûna xwe tên girtin û nayên berdan, nexweş dikevin û li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Tu sucê wan tune ye lê tên girtin. Bila ji girtîgehan cenaze neyên derxistin.  Ez aşitiyê dixwazim. Em ê destên xwe bidin hev û em ê aşitiyê bînin vî welatî.”
 
‘Devlet ji bo aşitiyê tu gavê navêje’
 
Siltan Çelîk: “ Bila deriye girtigehan bên vekirin. Dema ku balafirên şer ji Amedê radibin dilê me dişewite û kevçiyê di destê me de dikeve erde. Em nikarin şîvê bixwin. Devlet tu gavê navêje. Nexweşên girtî ev çend sale di zindanan de ne û her roj ji girtîgehan cenaze tên derxistin. Êdî bes e, bila kezeba dayîka neşewite . Divê gelê Kurd li dijî vê zilmê rabe ser piyan. Bila Kurd ji 7 salî heta 70 salî li hemberî dewleta xwînxwar bisekinin û bêjin êdî bes e, em şer naxwazin. Em tenê aşitiyê dixwazin.”
 
‘Em ê zincîrên Îmraliyê bişkînin’
 
Dayîka Aştiyê ya Hezexê: Ez hemû dayîkên aşitiyê silav dikim û bejna xwe li ber hemû dayîkên girtî û gerilla ditewînim. Em dayîk dibêjîn destê xwe bidin hev û zincîrên zindana îmralîyê bişkînin. Em dibêjin bila ji girtigehan cenazeyên me dernekevin lê mixabin her roj cenazeyek ji girtigehê tê derxistin. Girtiyên me cezayê xwe xilas kirine lê  nayên berdan. Wan dixin hucreyên kek kesî û tecrîdê li ser wan dimeşînin. Zarokên me hemu di yek hucreyan  de ne. Êdî bes e. Em ê heta kêngî van îşkence û rezîliyê bikşînin. Ez bang  li Mesûd Barzanî dikim. Li hemberê dewleta Tirk  nasekine. Lê bi saya PKK’de li wê ne. Em dixwazin ev tecrîd li ser serokê me bi dawî bibe.”
 
‘Mesûd Barzanî hevkarê dewleta Tirk e’
 
Medîha Akay: “ Ez 1'ê  Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê li  girtiyên zindanan û serokê xwe pîroz dikim. Lê belê em nikarin bêjin Yekê Îlonê azadî û aşitî aniye. Em dibêjin aşitî, ew dibêjin şer. Niha girtî, serok û xwezaya me di bin îşkence û di bin tecrîdê de ne. Em dayîk çiqasî dibêjîn em aşitiyê dixwazin jî ew şer dixwazin. Em şer naxwazin.  Em wekhevî û aşitiyê dixwazin. Em jî bi serokê xwe re di bin tecrîdê de ne. Aşitî û azadî di berdana serokê me de ye. Ez Mesûd Barzanî û dewleta Tirk şermezar dikim. Mesud Barzanî dibêje ez kurd im û hevkariyê bi  dewleta Tirk re dike. Tang û topan davêje kurdan, zarokên me tên kuştin. Li Hezexê cenazeyê zarokê me yê 5 sal berê şehîd ket nû dan destê bavê wî. Ez hişmendiya dewleta Tirk şermezar û nalet dikim. Ew çi bike jî em daxwaza xwe ye aşitiyê bernadin. Heta em sax bibin em ê bêjin aşitî. Em ê li pey doza xwe û xwîna şehîdên xwe bin. Em kuştinê naxwazin. Em nikarin herin li bin dareke xwe rûnên, guleyan ji hewa de diavêjin me.”
 
 ‘Divê em kurd bibin yek’
 
Dayîka Aşitiyê ya Silopiyê Emîne Alkiş: Îro roja aşitiyê ye û em jî doza aşitiyê dikin. Welatê me xweşî tê de nema, çiya av û tu tiştekî me nema. Hemu tiştên me di bin zextê de ne. Banga min ji hemu dayîkan û cihanê re ye, bila li doza aşitiyê xwedî derkevin û ji bo aşitiyê gavê bavêjin. Tu tişt ji şer dernakeve. Em ji bo aşitiyê hatin li vê derê ne. Yên ku nikarin 15 salên din bijîn 100 sal ceza li wna te birîn. Em têkoşîna zimanê xwe û ya aşitiyê difin. Bila ev tecrîd bê bidawîkirin. Bes e ev hezar salê dayîk gilî û gazindên xwe  dikin. Divê em kurd bibin yek, em nebin yek, em ê têk biçin yek bi yek.”