'Bi têkoşîn û yekîtiya jinan em ê dagirkeriyê têk bibin'

  • 09:04 3 Îlon 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama MSD'ê ya Taxa Şêxmeqsûdê, Zeyneb Qember têkildarî rewşa Efrînê ya piştî hat dagirkirin da zanîn kiryarên ji mirovahiyê dûr li Efrînê didomin û wiha got:"Bûyerên îro li Efrînê diqewimin ne bûyer û kiryarên normal in. Divê ji ber çav neçe. Çimkî dewleta tirk û çeteyên bi wê girêdayîne, dixwaze jinan bikujin û îradeya wan bişkîne. Bi têkoşîn û yekîtiya jinan em ê dagirkeriyê têk bibin."
 
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kir binê kontrola xwe şûnde binpêkirina mafê mirovan her ku çû zêde bûn. Her roj komên girêdayî dewleta tirk in tecawizî jin û zarokan dikin, wan dikujin, digirin û fîdyeyê dixwazin. Xwezaya Efrînê jî talan dikin. Li dijî vê yekê jî şêniyên li Helebê ne her tim peyama berdewamiya têkoşînê didin. Welatiyên li Helebê di heman demê de di bin dorpêçkirina hukumeta Şamê de ye. Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a taxa Şêxmeqsûdê, Zeyneb Qember têkildarî mijarê nirxandin kir.
 
'Kiryarên ji mirovahiyê dûr li Efrînê didomin'
 
Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a taxa Şêxmeqsûdê, Zeyneb Qember derbarê rewşa Efrînê ya piştî hat dagirkirin ev nirxandin kir:"Şerê ku li bajarê Efrînê hat destpêkirin 58 rojan berdewam kir û li hemberî vê dagirkeriyê berxwedaneke pir mezin hat dayîn. Piştî Efrîn di 2018'an de hat dagirkirin kiryar û binpêkirina mafên dewleta tirk gelekî zêde bûn. Heta roja îro çeteyên li wir tecawizî jin û zarokan dikin, destdirêjî wan dikin, xwezayê talan dikin."
 
'Dewleta tirk dixwaze împaratoriya Osmanî paşde bîne'
 
Zeynebê bi lêv kir ku dewleta tirk dixwaze împaratoriya Osmanî paşde bîne û wiha got:"Ev bû 5 sal in ku bajarê Efrînê di destê dewleta tirk û çeteyên wê de ye lê heya roja me ya îro dewleta tirk û çeteyên wê dest ji qirêjiyên xwe bernedan û ji berê bêhtir zirar gihandin welatî, mal û milkê wan. Dewleta tirk di riya van kiryaran de dixwaze carek din Împaratoriya xwe ya Osmanî ava bike û bi riya vê yekê hemî erd û bajaran bixe nava erdîngariyek girêdayî xwe. Ev yek jî tê xwestin bi riya çeteyên xwe pêk bîne."
 
'Rewşa koçberan ne ewle ye'
 
Zeynebê derbarê rewşa welatiyên Efrînê yên koçber û yên di bin desthilatdariya dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne wiha got:" Welatiyên bajarê Efrînê yên ku îro rojane di bin desthilatdariya dewleta tirk de dijîn, rojane bi kiryarên mezin rû bi rû dimînin. Kiryarên hov û durî pîvanên mirovatiyê bi serê wan de tên. Îro jî ji ber destê dewleta tirk berê xwe dane Heleb û Şehbayê, rewşa wan jî ne di nava aramîyê de ye. Ji ber rojane di nava ambargoya ku ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser wan hatiye ferzkirin li ber xwe didin û hin ji wan jî ev bû 5 sal in li hemberî êrîşên dewleta tirk li Şehbayê û di bin şert û mercên herî giran de îro berxwedanek bêhempa didin meşandin. Di heman demê de dewleta tirk bi şerê xwe yê taybet dixwaze welatiyên Efrînê yê koçber vegerînin ser axa xwe lê belê welatiyan bi sûcdariyên derew û bêhiqûqî dişîne zindanan. Gelek jê tên qetilkirin û yên dimînin jî gelek pere didin çeteyan da ku di malên xwe de bi cih bibin."
 
'Divê em mijara Efrînê ber çav bigirin'
 
Zeynebê da zanîn ku heger bajarê Efrînê neyê rizgarkirin wê pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nebin û wiha got:"Dema ku bixwazin alozî û pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin, divê em mijara Efrînê ber çav bigirin. Dewleta tirk di heman demê de bi êrişa li ser kevneşopiya Efrînê û rûxandina wan xwest her derê wê bike binê desthilatdariya xwe. Dixwaze erdên welatiyên Efrînê ji destê wan bigire."
 
'Divê ew sazî û rêxistin bi wijdanê xwe kar bikin'
 
Zeynebê bi lêv kir ku divê dewletên navneteweyî bi erka xwe rabin û wiha pê de çû:"Ev hemû sazî û rêxistinên ku ji bo mafê jin û zarokan bang dikin heta niha li hemberî kuştin, revandina jinan û tecawizkirina zarokan bê deng mane. Bi taybet ji bo jinên Efrînê yên ku gelek carî para xwe ji êşê digirin, divê ew sazî û rêxistin bi wijdanê xwe kar bikin. Ji ber bûyerên ku îro li Efrînê diqewimin ne bûyer û kiryarên normal in. Divê ji ber çav neçe. Çimkî dewleta tirk û çeteyên bi wê girêdayîne, dixwaze di her aliyan de jinan bikujin û îradeya wan bişkîne."
 
'Wê her têkoşîn û berxwedana me dewam bike'
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekgirtina jinan a ku bikaribe ji tevahî pirsgirêk û aloziyên di Sûriyeyê de bibe çareserî û got:"Em ê bi riya wan jinên ku îro bi rêxistin û têkoşîna xwe ji bo tevahî jinên cîhanê bûne mînak û di hemî qadên siyasî, leşkerî û çandî de cih girtine, têkoşîna xwe bidin dewamkirin. Em ê hewl bidin ku ji bo pirsgirêkên tevahî jinên cîhanê bibin çareyek. Ji ber ger para jinê di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de tune be, ew pirsgirêkên bi salan rû dane wê çareser nebin. Em Sûriyeyeke ne navendî dixwazin. Em dixwazin layiqî keda ku hatiye dayin bin. Wê her têkoşîn û berxwedana me dewam bike."