ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 3 Îlon 2023
  • Rojev
 
*Endama MSD'ê ya Taxa Şêxmeqsûdê, Zeyneb Qember têkildarî rewşa Efrînê ya piştî hat dagirkirin da zanîn kiryarên ji mirovahiyê dûr li Efrînê didomin û wiha got:"Bûyerên îro li Efrînê diqewimin ne bûyer û kiryarên normal in. Divê ji ber çav neçe. Çimkî dewleta tirk û çeteyên bi wê girêdayîne, dixwaze jinan bikujin û îradeya wan bişkîne. Bi têkoşîn û yekîtiya jinan em ê dagirkeriyê têk bibin." 
DÎMEN HEYE
 
*Yek ji parêzera ÇHD’ê Ulkucan Kapdan da zanîn ku girtîgehên nû bi binpêkirinên mafan tije ne û got: “Dema tîpên F nû hatin vekirin ev binpêkirinên wisa hebûn lê di encama têkoşînan de mafên hatine bidestxistin hebûn. Ev girtîgehên nû ji bo ev mafên hatine bidestxistin pêk neyên faliyetan dimeşînin.” DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta ekolojiyê Leyla Çîte, talana xwezayê ya bi destê desthilatdariyê ya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê pek tê nirxand û wiha bang kir: “Dixwazin civakê ji xweserbûna wan qut bikin û koçber bikin. Li dijî vê divê em têbikoşin.” DÎMEN HEYE
 
*Dayika girtiyê nexweş Fatma Kaydû ji bo girtiyên nexweş û înfazên wan tê şewitandin re wiha got: “Nexweşên giran nayên berdan. Wekî kurê min bi hezaran hene. Jixwe di girtigehên li Tirkiyeyê de herî zêde Kurmanc hene.” DÎMEN HEYE
 
*Bi hatina zivistanê re amadekariyên zivistanê ku dest pê kirin, jinên Wanê destnîşan kirin ku ji ber qeyrana aboriyê îsal nikarin tiştekî bistînin û amadekariyê bikin. Jinan, bertek nîşanê îktîdarê dan û gotin dviê demildest ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin. DÎMEN HEYE