Li Geverê agahî ji zarokekê nayê girtin

  • 20:27 2 Îlon 2023
  • Rojane
COLEMÊRG – Hat zanîn ku li Geverê zaroka 10 salî ya bi navê Nurcan Akdogan winda ye.
 
Hat zanîn ku li navçeya Gever a Colemêrgê zarokek winda bûye. Li gor agahiyên hatin girtin zaroka 10 salî Nurcan Akdogan vê serê sibehê ji mal derketiye û winda bûye. Malbatê piştî ku ji zaroka xwe agahî negirtiye lig elek cihan lêgerîn kiriye lê nehatiye dîtin. Di heman demê de di mizgeftan de jî ji bo Nurcan banga windabûnê tê kirin.
 
Malbata ku bi saetan e ji zaroka xwe tu agahî nagirin, çûn midûriyetê û serlêdana windabûnê kirin.