ÎHD, OHD û Baroya Wanê çûn Qelqeliyê
- 20:24 2 Îlon 2023
- Rojane
WAN - Heyeta ku ÎHD’a Wanê, OHD’a Wanê û Navenda Mafê Mirovan a Baroya Wanê ava dibû çûn gundê Çamîlî ya Qelqelî ya Wanê ku bombebaran lê hatibû jiyîn û lêkolîn kirin.
Li gundê Çamîlî ya Qelqelî ya Wanê di êrîşa hatibû jiyîn de du kesî jiyana xwe ji dset dabû û sê kes jî birîndar bibû. Kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Navenda Mafê Mirovan a Baroya Wanê piştî bombebarankirinê çûn gund û lêkolîn kirin. Heyeta çû gund bi gundiyan re hevdîtin kir.
Parêzera ÎHD’ê Jiyan Ozkaplan li ser navê heyete axivî û diyar kir ku piştî bûyera li gund heyetek ava kirine û hatine cihê bûyerê û li wir faliyetên şopandinê kirine. Jiyanê got wêne kişandine û agahî girtine û rapora ku amade bikin wê bi rayagiştî re parve bikin.