TAJÊ civîna xwe ya du mehan lidarxist

  • 16:58 2 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ civîna xwe ya du mehan lidarxist. Di civînê de bûyerên ku di nava civakê de diqewimin hat nirxandin û plansazi hat çêkirin.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di civîna xwe ya ku du mehan carekê tê lidarxistin de têkildarî bûyerên ku di nava civakê de diqewimin û plansaziyên xwe nirxandin kir û di dawiya civînê de daxuyaniyek hat dayîn.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdariya hemû endamên jin ên meclis û saziyên rêveberiya xweser li gundê Guhbel civîna xwe ya 2 mehan li dar xist. Di civînê de rewşa kar û xebatên du mehan hat nirxandin, di heman demê de rewşa herêmê û plansaziya du mehên pêşiya me hat derxistin, roja aştiyê li hemû jinan hat pîrozkirin.
 
Piştî civînê ji aliyê berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico ve daxuyanî hat dayîn.
 
‘Em roja aştiyê li aştîxwazan pîroz dikin’
 
Berdevka koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico di destpêka axaftina xwe de roja aştiyê li jinan pîroz kir û wiha got: “Îro me civîna xwe ya du mehan li dar xist. Di serî de em roja aştiyê ya cîhanê li hemû gelên aştîxwaz û demokratîk, jinên azadîxwaz ên cîhanê pîroz dikin.”
 
‘Em li dijî kuştin û tunekirinê ne’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de Riham bal kişand ser mijarên civînê û wiha got: “Di civîna xwe de şer û pevçûnên heyî rewşa siyasî bi giştî hat nirxandin. Bi taybetî rewşa herêmê û ya Şengalê. Îro roj em wekî civaka Êzidî, jinên Êzidî dibêjin dem dema xweparastin û xwedîderketinê ye. Dema hesabxwestinê ye, her ku diçe hêzên hegemon ji bo ku berjewendiyên xwe û desthilatdariya xwe li ser herêmê bisepînin êrîşî xwe kûrtir dikin û hewl didin me tune bikin. Pêlên koçberiyê di nava civaka me de zêde dikin. Bi gotinên Şengal ne ewle ye dixwazin civaka me ya ku vegeriyaye ser axa xwe dîsa koçber bikin. Ji bo ku em pêşiya van lîstikan bigrin, em wekî civaka Êzidî xwedî li çand û baweriya xwe derdikevin. Çareserî vegera ser axa Şengalê ye, yekitî û lihevkirina me ye.”
 
‘Dixwazin Êzidiyan ji bo xwe bikin çete’
 
Riham bal kişand ser çetekirina Êzidiyan û bikaranîna wan û wiha bang kir: “Mijara duyemîn jî ya herî girîng, xeternak û metirsîdar bû ku em pêwîst dibînin bînin ser ziman. Hinek kesayet, hêz û alî navên Êzidiyan dinvîsînin  û dibêjin em ê wan bibin Rûsyayê û li hemberî Ûkranyayê bidin şerkirin. Armanc jî ew e ku Êzidiyan ji bo xwe bikin çete. Heta niha tu kesê ji me zirarê nedîtiye. Me êrîşî tu kesê nekiriye. Her dem em di pozîsyona xweparastinê de bûn.”
 
‘Em ne aşiqê çekê ne lê pêwîstiya me bi parastinê heye’
 
Berdevka koordînasyona TAJÊ Riham da zanîn ku ne ji hezkirinê wan çek girtine destê xwe û wiha got: “Ger îro me çek rakirine di şengalê de, ne ji eşqa sîlahe, lê belê êrîş li ser me pir dijwarin ji bo xwe parastin me sîlah rakiribe ji ber ku pêwîstiya Şengalê bi ciwanên wê biparêzin heye loma. Ji ber ku êrîş li ser me hene. Pêşengên me şehîd dixin. Rojane êrîş li ser çand û baweriya me tên kirin. Em encex bikaribin xwe biparêzin. Pêwîstiya Şengalê bi me heye. Çi pêwîst e em biçin bi pereyan ji xelkê re bibin çete. Em wekî jinên Êzidî vê siyasetê bi tundî red dikin qebûl nakin. Em kesên ku destê wan di nava van lîstikan de hene rexne dikin û di cihên pêwendîdar de hesab ji wan bixwazin.”
 
Riham di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku wan di civîna xwe de pirsgirêka jinan nirxandine û wiha got: “Pirsgirêkên jinan ên mîna zewaca di temenê biçûk, kuştin û xwekuştinê, di heman demê de windabûna jinan di nava civakê de. Ev hemû hatin nirxandin û biryara helwestên girîng hatin girtin. Li ser wî esasî plansaziya kar û xebatên 2 mehan hat derxistin.”
 
‘Em hêvî dikim aştî azadî û wekhevî li cîhanê belav bibe’
 
Berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham di dawiya axaftina xwe de roja aştiyê li hemû aştîxwazan pîroz kir û wiha got: “Di dawiyê de em dibêjin îro roja aştiyê ya cîhanê ye. Em hêvî dikin ku aştî, azadî û wekhevî li tevahî cîhanê bê belavkirin. Em li dijî kuştin û tunekirinê ne, li dijî tunekirina bawerî û nasnameyane. Pêwîste her mirov li ser çand û nasnameya xwe bijî.”