Şandeya DBP û Partiya Çep a Kesk dê sibê biçin Tatosê
- 16:38 2 Îlon 2023
- Rojane
ERZİROM – Şandeya ku ji DBP û Partiya Çep a Kesk dê sibê biçin tevlî taziya Yilmaz Ûzûn ê HPG’yî ku piştî 3 salan radestî malbatê hat kirin, bibin.
Hestiyên Yilmaz Ûzûn (Tolhildan Tekman) ê di sala 2020'î de li Sêrtê tevî 5 hevalên xwe di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 salan di qutiyekê de radestî malbata wî hatin kirin. Cenazeyê Yilmaz piştî ku radestî malbatê hat kirin li Taxa Bastok a navçeya Tatos a Erziromê di bin ablûqayê de hat definkirin.
Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevberdevka Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) Çîgdem Kiliçgun Aslan, herêma Serhedê, Çewlîg, Amedê, navend û navçeyan pêk tê dê sibê saet 12.00’an de bi girseyî tevlî şîna Yilmaz bibin.