Li Giyadînê cerdevanan li 3 zarokan xistin

  • 15:28 2 Îlon 2023
  • Rojane
 
AGIRÎ - Li gundê Akbaraza Jor a navçeya Giyadînê cerdevanê bi navê Seyhan Kaya, li 3 zarokan xist û ji wan zarokê 13 salî O.T. her du milên wî şikiya.
 
Hate zanîn ku duh li gundê Akbaraza Jor a navçeya Giyadînê ya Agiriyê 3 birayên ku ji bo pezên xwe biçêrînin çûne gundikê Akbaraza Jor, ji aliyê cerdevanê bi navê Seyhan Kaya ve hatine derbkirin. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de zarokê 13 salî O.T. herdu milên wî şikiyan û herdu zarokên dinê de jî di cihên cuda yên laşê xwe de birîndar bûn.  
 
Herdu milên wî şikiyan
 
Hat diyarkirin ku cerdevan Seyhan Kaya yê ku bi îdiaya ku pezên wî winda ne çûye cem zarokên ku pez diçêrandin li gundikê Akbaraza Jor, ewil bi sûcdariya diziyê heqaret li zarokan kiriye û piştre li zarokan xistiye. Ji 3 zarokan yek O.T. yê 13 salî herdu milên wî şikiyan.
 
Malbatê gilî kir
 
Piştî bûyera hat jiyîn bavê zarokan der barê cerdevan Resûl Taştan de gilî kir.