ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2023'YAN
- 09:00 25 Tebax 2023
- Rojev
*Li rojhilat jin ji parsûyê mêr hatiye afirandin, li rojava jin kopyayek kêm a mêr hatiye venasîn. Ev zanîna di serdema navîn de mijara gotinê bû, jin wek mêrên qels tê venasîn û di navbera vê venasîn û plana zayendî ya Xiristiyanê de têkiliyek heye. Ev zanîn jinê qels mêr tam vedinasîne. Jinê wek kopyaya mêr a qels dibînin. Ev agahiyek girîng a ji mîrateya tibî ya modern re maye. Di modernîteyê de jin tenê nefs e. Ji bo têrbûna mêr alav e. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Bapîra girtiya nexweş Medya Asaln a ku piştî bi îşkenceyê binçav kirin ji mirinê filitî Hafsad Aslan, bal kişand ser rewşa neviya xwe û got ku bila ev şer bi dawî bibe û girtiyên nexweş serbest bên berdan. DÎMEN HEYE
*Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Elif Tirenç Îpek Ulaş da zanîn cudakariya di navbera hukumxwarên siyasî û edlî dîsa tê kûrkirin û got:"Dema ku zagona înfazê ya dawî hat çêkirin di aliyê tundiya li ser jinê tê kirin de nehat nirxandin. Di mijara guhertina zagona înfazê de jin neanîn rojevê." DÎMEN HEYE
*Xeta rojnamegeriya jinê ya Rojnameya Şûjin ku di 25'ê Tebaxa 2017'an de bi KHK'ya hejmar 693'an hatibû girtin, niha bi gelek ajans, rojname, kovar û televîzyonên jinan dewam dike.