Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 31'ê de ye
- 16:51 24 Tebax 2023
- Rojane
ENQERE - Daxwaza hevdîtina malbata Şenyaşar a bi Wezîrê Edaletê re ku Nobed Edaletê di roja 31'ê de didomîne nehat qebûlkirin.
Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin û kurê wê yê ji êrîşç bi birîndarî xlas bû parlamenterê Partiya Çep a Kes ê Rihayê Ferît Şenyaşar Nobeda Edaletê ku li pirsûsê dabûn destpêkirin di roja 86'an de birûbûn Enqerê. Nobeda malbatê li Enqereyê di roja 31'ê de dewam dike.
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ji deriyê Meclîsê yê Dîkmenê bi kursiya xwe ya bi teker û bi dowîzê li ser "Edalet" derbas bûn, carek jî negirtin Wezareta Dadê. Destûr nehat dayîn ku çapemenî wêneyan bikişîne û daxwaza hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re ya malbatê jî nehat qebûlkirin.
Malbat piştî nobedê vegeriya Meclîsê.