Dorpêça li gundê Bilbêsê dewam dike
- 13:48 11 Tebax 2023
- Rojane
ŞIRNEX - Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bilbês ê Elkê di roja 14’an de dewam dike.
Gundê Bilbês ê Elkê ya Şirnexê ev 14 roj in di bin dorpêça leşkeran de ye. 5 roj in derdora gund ji hewa ve tê bombebarankirin û destûr nayê dayîn ku welatî ji malên xwe derkevin. Liv û tevgera li nava gund û derdora wê dewam dike.