Komeleya Strêk a Zarokan hat vekirin
- 20:14 6 Tebax 2023
- Rojane
QAMIŞLO - Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan, bi dirûşmeya ‘Her zarokek stêrkeke’ navenda xwe li bajarê Qamişloyê vekir.
Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma ‘Her zarokek stêrkeke’ navenda xwe li kolana Xelîc a bajarê Qamişloyê vekir.
Navend bi beşdarbûna şêniyên bajar, endamên komeleyê, Kongra Star, malbatên şehîdan û endamên saziyên Rêvberiya Xweser hat vekirin. Di şahiya vekirina navnedê de rêvebera Komeleya Stêrk a Parastina Mafên Zarokan Cûliya Xelo axivî û vekirina navendê li hemû zarokan pîroz kir. Cûliya Xelo got: "Şerê ku li herêmê rû daye bandor li dirûniya bi dehan zarokan kiriye. Armanca me ya ji vekirina vê navendê ew e ku em zarokan di her awayî de biparêzin."
Şahî bi stran û dîlanên zarokan bi dawî bû.