Li Efrînê destdirêjî li 3 jinan hat kirin
- 12:14 6 Tebax 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Bilbilê ya Efrînê destdirêjî li 3 jinan kiriye.
Koma paramîlîter a Sûltan Mûrat ku girêdayî dewleta tirk e, li navçeya Bilbilê ya Efrînê destdirêjî li 3 jinan kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); endamên koma paramîlîter ji ewil jin qaneh kirin ku derbasî Tirkiyeyê bikin, piştre pere jê xwestin û herî dawî jî destdirêjî li wan kirin.