Li Wanê barana zêde bû sedema lehiyê

  • 20:06 4 Tebax 2023
  • Rojane
WAN - Barîna barana zêde ya li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê bû sedema  lehiyê. Di lehiyê de xaniyek hilweşiya, zeviyên çandiniyê û sewalan zerar dîtin. 
 
Barîna barana zêde ya li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê bû sedemê lehiyê. Di lehiyê de xaniyek hilweşiya, zeviyên çandiniyê zerar dîtin û dewarek jî mir. Piştî barîna gijlokê ya 10 deqîqeyan zevî spî bûn û gelek zeviyên çandiniyê yên li gundan di bin heriyê de man. 
 
Lehî, bi taybetî gundê Axruka Jêrê ya Qelqeliyê û li gundê Xerapsork a girêdayî navçeya Seravê bi bandor bû. Ji ber lehiya li her du gundan rabû gelek kes di malên xwe de asê man, hate zanîn ku li gundê Xerabsorkê xaniyek hilweşiya.