Belavkariya Elektîrîkê ya Dîcleyê der barê rojnameger Dîren Yurtsever de gilî kir
- 17:53 4 Tebax 2023
- Rojane
DÊRSÎM - Belavkariya Elektîrîkê ya Dîcleyê A.Ş, der barê Midûra Karê Nivîsan a Ajansa MA Dîren Yurtsever de gilî kir û ji ber vê biryara girtinê hat derxistin. Dîrenê ji vê li Edliyeya Tunceliyê îfade da.
Midûra Karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, bi hinceta der barê di çarçoveya lêpirsîna der barê wê de hatiye destpêkirin biryara girtinê heye û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin , li Edliyeya Tunceliyê îfade da. Hat hînbûn Dîrenê bi SEGBÎS’ê îfade daye Edliyeya Amedê û hat hînbûn ku Belavkriya Elektîrîkê ya Dîcleyê der barê wê de gilî kiriye. Dîrenê di îfadeya xwe de sûcê hatiye kirin red kir.
Piştî îfadeyê Dîren ji edliyê veqetiya.